Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê 2022-03-21 11:07:29   MÊRDÎN - Coşa Newroza Nisêbînê ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve berdewam e û gel li ber stranan govendê digerîne.    Pîrozbahiya Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li kêleka Bariş Petrol a Nisêbînê jî dest pê kir. Bi rojan beriya niha amadekariyên Newrozê hatibûn destpêkirin û xelkê Nisêbînê hêj di saetên serê sibehê ve bi cil û bergên xwe yên kurdî ber bi qada Newrozê ve herikî. Welatî, ji du baskan ve dikevin qada Newrozê û qad bi flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin.    Li dika qadê ku bi bariyeran hatiye dorpêçkirin, pankarta “2022 Newroz” û bi gelek zimanan pankarteke mezin a “Newroz pîroz be” hate daliqandin. Hatin û çûna qadê berdewam dike û girseya ku li qadê kom bûyî li ber stranan govendê digerînin.