Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê 2022-03-21 11:18:59   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo ku 21'ê Adarê weke cejna fermî bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da meclisê.     Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo ku 21'ê Adarê pêşniyarqanûnek da meclisê.  Taşdemîr, di pêşniayarqanûna xwe de xwest ku Qanûna Betlaneyên Giştî û Cejnên Neteweyî de guhertin bê kirin û 21'ê Adarê roja Newrozê weke cejna fermî bê qebûlkirin û betlane bê hesibandin. Her wiha Taşdemîr, di pêşniyarqanûna xwe de Newrozên qedexekirî û wateya Newrozê ya ji bo kurdan jî bi bîr xist.