Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye 2022-03-21 11:31:40   STENBOL - Welatiyên ku bi sed hezaran daketin qada Newrozê ya Yenîkapiyê diyar kirin ku bi milyonan kesan peyam da ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vîna wan e û xwestin Ocalan azad bibe.   Newroza Stenbolê ya 2022’yan bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Yenîkapiyê hate pîrozkirin. Li Qada Yenîkapi ku bi sed hezaran mirov herikînê, welatiyên ku me mikrofon dirêjî wan kir, peyamên xwe bi lêv kirin.    Yek ji welatiyan Muhammed Ulgen diyar kir ku ev Newroz, Newroza kurdan a azadiyê ye û wiha got: “Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan azadiyê dixwazin. Azadiya wî azadî û wekheviya Tirkiyeyê û azadiya gelan e.”   ‘EM NE ŞER AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Melîke Înce ya Newroza Ocalan pîroz kir jî wiha axivî: “Em dixwazin ku êdî ev şer bisekine û dengê dayikan were bihîstin. Em ne şer em aştiyê dixwazin. Bila Newroza îsal bibe Newroza xwişk û biratî, wekhevî û yekitiyê.” Înce, bi lêv kir ku dixwazin kurdan ji holê rakin û got: “Kurd tu car xelas nabin. Zarokên me 7 salî jî bin wê vê têkoşînê bidomînin û li ber xwe bidin.”   ‘EM HEBÛNA XWE DIYAR DIKIN’   Alamettîn Îşçem jî destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê kurd rojeke gelek girîng e û wiha got: “Em ji bo çi derdikevin qadan? Ji ber ku dixwazin hebûna xwe diyar bikin.” Îşçem, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kes Abdûllah Ocalan weke vîna xwe dibînin û wiha axivî: “Bi milyonan mirov li qadan qîr dikin ku Ocalan bi awayekî bêhiqûqî girtî ye.”    ‘OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE’   Abdûlazîz Akinti jî Newroza gelê kurd û hemû gelan pîroz kir û got: “Em ji bo azadiya Ocalan li vir in. Temînata aştiyê Ocalan e. Divê teqez azad bibe. Divê azad bibe ku aştî were vî welatî. Ji bo xwişk û biratiya hemû gelan divê Ocalan azad bibe.”   ‘BILA TECRÎD RABE’   Adar Tûran jî da zanîn ku ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin hatine Newrozê û wiha axivî: “Em ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin hatine pîrozbahiyên Newrozê. Tu zext û zilm nikare bandorê li me bike. Em natirsin û em ê li ber xwe bidin. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê hewl dide nîşan bidin ku HDP qediyaye. Lê ev teqez derew e. HDP mezin dibe. Ev Newroz jî nîşaneya wê ye.”   ‘EM DIXWAZIN DI NAVA AŞTIYÊ DE BIJÎN’   Abdûllah Îmîr, diyar kir ku gelê kurd tu caran nexwestiye vî welatî perçe bikin û wiha axivî: “Gelê kurd bêdeng nabe. Em weke gelê kurd ê tune tê hesibandin dixwazin di nava aştiyê û xwişk û biratiyê de bijîn. Me weke gelê kurd tu caran cihêkarî nekir. Me tirk weke xwişk û birayên xwe dîtin lê ew me weke dijmin dibînin. Em dibin xwişk û biratî Ew me binçav dikin û zextan dikin. Îro bi milyonan polîsan me dorpêç bikin jî nikarin me bêdeng bikin.”   TECRÎD RABE WÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN   Tacdîn Kiliç jî xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe û wiha got: “Heke ev tecrîd demildest rabe wê li vî welatî ji aboriyê heta gelek tişt dê çareser bin. Kurd her tim azadiyê dixwaze. Em dixwazin ev tecrîd demildest rabe. Me îro li vir ev peyam da. Em tu car serî natewînin. Kurd êdî natirsin. Azadiya xwe dixwazin.”   JI BO AZADIYA OCALAN   Fîkriye Tûrgût jî bi lêv kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe derketiye qadan û got: “Ev Newroz ji bo azadiya Rêber Ocalan e.”