Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist 2022-03-21 13:01:41   AGIRÎ - Tevî sir û seqemê jî xelkê Agiriyê di saetên serê sibê yên zû de berê xwe dan qada Newrozê. Gelê Agiriyê agirê Newrozê vêxistin û niha li ber stranan xelekên govendê digerînin.    Yek ji bajarên pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” lê bi coş tê pîrozkirin jî Agirî ye. Pîrozbahî li kêleka Stadyûmê tê lidarxistin û agirê Newrozê hat vêxistin. Welatî dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” berz dikin û li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin. Li qada pîrozbahiyê pankarta “Dem dema serkeftinê ye” hatiye daliqandin û gelek ciwan beşdarî pîrozbahiyê bûne.    Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar axivî û wiha got: “Newroz; berxwedanî, aştî û azadî ye. Çi dibe bila bibe em kurd dê paşve gav navêjîn û dê li ber xwe bidin. Yên ku dibêjin ‘bavikên me Osmanî ne’ bila ji xwe şerm bikin. Cihê tirsonekan li Agiriyê nîne.”    ‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’    Piştre parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç axivî û ev tişt anî ziman: “Serokê AKP’ê dibêje; ‘Pirsgirêka kurd nîne.’ Heke li ser zimanê kurdî zext hebin, wê demê li wir pirsgirêka kurd heye. Bi deh hezaran kes ji ber ku siyaset dikirin niha di girtîgehê de ne. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.” Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî destnîşan kir ku ev bi hezaran salan e gelê kurd li dijî zaliman agirê Newrozê hil dike û ev agir tu carî li hemberî tarîtiyê venemiriye. Taşdemîr, diyar kir ku têkoşîn û berxwedana azadiyê ya gelê kurd berdewam e û xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi têkoşîna gelê kurd ve bê têkbirin.    ‘TEKANE RÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE YE’   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Temellî, daxuyand ku tekane rêya aştiyê ya Tirkiyeyê bi hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û wiha bi dawî kir: “Di hevdîtinên 2013-2015’an rêya çareseriyê hatibû dîtin. Bidawîbûna şer û xizaniyê bi komareke demokratîk pêkan e. Divê hemû kes xwe bide gel vê vîna li qadên Newrozê derketiye holê. Em ê vê pergala qesrê teqez hilweşînin. Bidawîkirina vê pergala talanê, bi rêya sêyemîn pêkan e. Em ê pêşaroja vî welatî bi aştiyê tacîdar bikin.”    Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Xelkê Agiriyê li dora agir xelekên govendê gerandin. Pîrozbahî bi stranên Koma Pel û Batman kolektîfê berdewam dike.