Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir 2022-03-21 13:05:33   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê pîrozbahiya Newrozê bi kelacan dest pê kir.    Yek ji navçeyên berxwedanê Gevera Colemêrgê ku sê parçeyên Kurdistanê, bakur, rojhilat û başûr digihîne hev bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî li stada Yenîşehîrê tê lidarxistin. Hatina xelkê Geverê ya qadê didome. Demek dirêj welatî li nokteyên polîsan hatin rawestandin û li ber barîkatên polîsan govend gerandin û pişt re xelk ket qadê. Tevî hewaya sar jî xelkê Geverê li qadê kom bûye û govendê digerîne. Kelecana Newrozê hêjayî dîtinê ye û welatî dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz dikin.  Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm danîne şûna wî û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel dê di pîrozbahiyê de biaxivin.    Her wiha dê hunermend Rûken Yilmaz, Kadîr Çat û Grûp Îysan Ateşî jî derkevin ser dikê û bistrin.