Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye 2022-03-21 14:15:49   EDENE - Li Newroza Ceyhanê ku dîmên rengîn lê derketin holê agirê Newrozê jinan pêxist. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku nifteya aştiyê li Îmraliyê ye û bertek nîşanî astengî û provakasyona polisan da.    Li navçeya Ceyhanê ya Edenê, Newroza 2022'yan bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li taxa Belediyeevlerî li qada Newrozê bi çoşeke mezin hat pîrozkirin. Di saetên serê sibehê de gel ji malê xwe derket û herikî qada Newrozê. Polisan gelê ku hat qadê di nuqteyên kontrolê re derbas kir û wia berda hundir. Qada Newrozê bi alên rengîn û flamayan hat daleqandin. Gel li qadê li ber stranên ku hatin gotin govendan gerand. Gel piranî bi kincên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bû û dîmenên rengîn derxistin holê. Girseyê dûrişmeyên "Newroz piroz be" , "Biji Serok APO" berz kirin û kevokan firandin.    JINAN AGIRÊ NEWROZÊ PÊXISTIN   Endam û rêveberên HDP, DBP, Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, ESP'ê û parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz û Enamê PM'â DBP'ê Yuksel Mûtlû jî di nav de ji 7 saliyan heta 70'yê saliyan bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn.    Pîrozbahiyê bi rêzigirtinê dest pê kir û girseyê bi yekdengî dûrişmeya "Şehit namirin" berz kir. Axaftina vekirinê ya pîrozbajiyê  Hevserokên HDP'a Ceyhanê Emîne Baykara û Seyfettîn Aydemîr kirin û girseyê silav kirin. Piştre jî bi dûrişmeya "Biji Serok Apo" û "Newroz pîroz be" Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ Û TECRÎD   Di bernameyê de destpêkê Endamê PM'a DBP'ê Yuksel Mûtlû axivî û piştre jî Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekgoz axivî. Hem Mûtlû hem jî Pekgoz, di axaftinên xwe de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan û tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin û bê azadkirin.    Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û stran gotin û çoşa Newrozê bilind kirin. Bi vî awayî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.