Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin 2022-03-21 14:21:02   AYDIN - 7 hunermendên ku di pîrozbahiya navçeya Efeler a Aydinê derketibûn ser dikê, piştî pîrozbahiyê hatin binçavkirin.    Li navçeya Efeler a Aydinê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Hunermendên ku di pîrozbahiyê de derketibûn ser dikê piştî pîrozbahiyê hatin binçavkirin. Li gel hunermend Veysel Ciwan û Serhat Kural, her wiha 8 kesên di orkestrayê de cih digirtin jî hatin binçavkirin.    Hunermendan piştî pîrozbahiyê ji bo ku biçin bajarên xwe çûn otogar û balafirxaneyê û li wir hatin binçavkirin. Stranên ku hunermendan di pîrozbahiyê de striyayîn weke hinceta binçavkirinê hate nîşandan. Hunermendên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Aydinê.    Tê payîn ku îro kar û barên îfadegirtinê yê hunermendan bê kirin.