Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî 2022-03-21 14:26:24   AMED - Li Amedê tevî provokasyon û astengiyên polîsan jî bi sed hezaran kes li qada Newroza Amedê ne. Pîrozbahiyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir.    Li bajarê Amedê ku her sal bi beşdariya sed hezaran kes Newroz tê pîrozkirin, îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” pîrozbahiya fînalê tê lidarxistin. Pîrozbahî li Parka Newrozê ya Amedê pêk tê. Amedî ji serê sibehê ve ji ji zarok û ciwanan bigire heta kal û pîran her kes berê xwe da qada Newrozê. Tevî astengkî û provokasyonên polîsan jî bi sed hezaran li qadê kom bûn. Li qadê bi sed hezar kes daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin û dirûşmên azadiyê li qadê olan didin. Bi deh hezaran ciwanên qadê tije kirine dirûşmên wek “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin.        MÊVAN HATIN ASTENGKIRIN    Mêvanên ku ji derveyî welat xwestin werin beşdarî pîrozbahiyê bibin jî hatin astengkirin.    ÊRIŞ TÊK ÇÛN, BERXWEDAN BI SER KET    Ji ber ku di ketinên qadê de xelk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, bernameya pîrozbahiyê dereng dest pê kir. Bi hezaran kes bi saetan di ketinên qadê de hatin sekinandin. Gel bertek nîşanî polîsan da û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimîn. Gelek bi êrişa polîsan re rûbirû man û ciwanan bi avêtina keviran bersiv da êriş û astengiyan. Li ser berxwedana gel polîs neçar man xwe paş ve vekişînin û deriyan vekin. Li ser vê yekê bi deh hezaran kes herikî qadê.  NEWROZA ÇAR ALIYAN PÎROZ KIRIN    Pêşkêşvaniya Newrozê ku hunermend Devrîm Amed û Ozcan Ateş dest bi bernameyê kirin û Newroza gel pîroz kirin û gotin: “Ji Serhedê heta Botanê, Ji Efrînê heta Kobanê, li çar aliyan Newroz pîroz be.” Pişt re ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de canê xwe ji dest dane, rêz hat girtin.     CEYLAN: VAYE AMED, VAYE BERXWEDAN    Bi sed hezaran kes li qadê bi kelecan pîrozbahiyê dikin. Serokê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axaftina destpê kir û wiha got: “Em cejna bi milyonan pîroz dikin. Bi ruhê Rehşanan, Zekiyayan cejna Newrozê pîroz be. Newroz hebûn e, Newroz hebûna li dijî zilmê ye. Newroz berxwedan e. Newroz berxwedana 2 hezar û 600 sal e. Heta ku li ser vê axê zilm hebe, em ê li ber xwe bidin. Amed berxwedan e, hezar silav li we be. Yên ku dibêjin em ê îradeya kurdan bişikînin, bila baş li vê qadê binêrin, vaye Amed, vaye îrade. Kes nikare îradeya gelê kurd bişikîne.”    Ceylan newroza girtiyên nexweş û hemû girtiyan pîroz kir û got: “Cejna Newrozê ya berxwedêrên zindanan pîroz be.”