Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir 2022-03-21 14:33:46   SÊRT - Bi hezaran kes li Sêrtê bi reng û dengên xwe qada Newrozê tije kirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Di pîrozbahiya Newroza Sêrtê de ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, bi hezaran kes herikîn qada Newrozê. Qada pîrozbahiyê bi alayên HDP’ê û bi flamayên ku Newroz li ser hatibû nivîsandin, hat xemilandin. Xelkê Sêrtê cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û qada Newrozê rengîn kirin.  Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktivîstên Tevgera Jinên Azad, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn.     Xelkê Sêrtê hêj di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve ketin rê. Welatî ji sê noqteyên lêgerînê ketin qada Newrozê. Welatiyên ku li noqteyên lêgerînê de di rêzê de disekiniyan, di wê navberê de xelekên govendê gerandin. Ji ber ku li noqteyan kontrola GBT’ê dihat kirin, gelek kes li benda ketina qadê man.    Bi hezaran kesan li qada pîrozbahiyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir û pîrozbahî dest pê kir.