Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe 2022-03-21 14:48:31   ŞIRNEX - Li Hezexê, Newroz bi çoşeke mezin hat pîrozkirin û timik dûrişmeya "Bêjî serok Apo" hat berzkirin.    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, Newroz bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li ber avahiya HDPê ya Navçeyê bi çoşeke mezin hat pîrozkirin. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û timik dûrişmeyên mîna "Bijî Serok Apo" , "Em ê bi berxwedanê qezend bikin" û "Jin Jiyan azadî" hatin berzkirin.    Di pîrozbahiyê de destpêkê li ser navê Komîteya Amedekar a Newrozê Hevserokê HDP'a Navçeyê Ahmet Îdem axivî û girseya Newrozê silav kir û cejna hemûyan pîroz kir. Piştre Hevşaredara Hezexê Songul Erden axivî û diyar kir ku gelê Hezexê li vîna xwe xwedî derketiye û li ber dilê wan qeyûmên ku hatine tayînkirin bê wate ne û evtitş got: "Kesên ku vîna gel bi qeyûm xesp kirine û vîna gelê me nas nakin em jî nas nakin."   'KEMAL Û DENÎZ POYRAZ NAQED IN   Piştre Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz axivî û ev tişt got: "Newroz ji bo gelê kurd girîng e û her roja ku derbas dibe têkoşîn mezin dibe. Qadên Newrozê bi milyonan têje kiriye. Ez kesên ku di sala 2015'am de li Şirnex, Cizîr, Silopî, Hezex û deverên din jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînim. Heta ku gelê kurd hebe wê Kemal jî hebin. Kemal û Denîz Poyraz naqedin. Em hemû Kemal in Deniz in. Heke çareseriya Pirsgirêka Kurd dixwazin muxatab birêz Ocalan e. Çawa ku bi pêvajoya sala 2013'an aramî çebû dîsa dikare bi heman rengî çareserî bê destpêkirin. Çareseriya Pirsgirêka Kurd di Îmraliyê re derbas dibe."   Piştî axaftinan Koma Hezex, Grûp Mûnzûr, Agît Işik û Hîvron derketin ser dikê û stran gotin. Li ser stranan govend hatin gerandin û bi vî awayî pîrozbahî bi dawî bû.    Ji destpêkê heta ku bi dawî bû timik dûrişmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.