Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe 2022-03-21 14:49:49   ERZIROM - Li quntarê Çiyayê Palandoken ê navçeya Tatos a Erziromê Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu di pîrozbahiyê de axivî û got ku bila êdî tecrîda li ser Îmraliyê bi dawî bibe.    Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan li navçeya Tatos a Erziromê dest pê kir. Newroz, li Dûryana Xaçerêyê hat pîrozkirin. Hêj ji saetên serê sibehê ve welatiyan berê xwe dan qada Newrozê.    AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN    Xelkê Tatosê bi coşeke mezin ber bi qadê ve hat û pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê dest pê kir. Welatiyan agirê Newrozê bi coşeke mezin vêxist û piştre jî li dora agirê Newrozê govend gerandin.    HIŞYARÎ DAN DESTHILATDARIYÊ    Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Tevî rewşa nebaş a hewa jî we ev qad tije kir. Di serî de dixwazim bibêjim ku pîrozbahiyên Newrozê ewqas bi hêsanî nehatin bidestxistin. Encama têkoşîn, berxwedan û bedelên giran e. Lewma jî ji dil û can dibêjin Newroz pîroz be.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Bi domdarî Gergerlîoglu bal kişand ser hevdîtinên di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de û wiha pê de çû: “Peyamên Îmraliyê li qada Newroza Amedê hatin xwendin û ev jî bi destûra dewlet û desthilatdariyê çê bû. Baş e lê we çima pêvajoya çareseriyê bi dawî kir? Niha jî derheqê kesên wê demê hevdîtin kirin de lêpirsîn û doz dayîne destpêkirin. Ev çi durûtî ye. Hevalên me li zindanan tên ragirtin lê baş e hûn çima nayên darizandin? Dê rojek were, dê ev çerx bizivire û dê dor were darizandina we jî. Niha li ser tevahiya Tirkiyeyê tecrîd heye. Bila tecrîda li ser girtîgehan û ya li ser Îmraliyê bi dawî bibe. Nexwe tu rêyeke din ê çareseriyê nîne.”    Piştî axaftina Gergerlîoglu, pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan û bi dirûşman berdewam dike.