Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin 2022-03-21 14:53:28   AMED - Di pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes tevli bûne, agirê Newrozê hat vêxistin.    Kelecana Newroza Amedê ya ku bi sed hezaran kes tevî astengî û provokasyonên polîsan qadê tije kirin didome. Qada Newrozê bi dengê dirûşmên azadiya ji bo Ocalan olan dide. Bi sed hezaran kelecana xwe didomînin. Bi hezaran welatî li ber dengê def û zirnê û muzîkê govend digerînin.    Kelacan derket asta herî jor. Di vê navberê de hunermend Devrîm Demîr a ku pêşkêşvaniyê dike strana “Newroz” strî û bi sed hezaran kes nakarata stranê lê dagerand. Dengê strana “Newroz” li qadê olan da.    AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN    Li qada ku sed hezar kes tevli bûne agirê Newroza fînalê ya Amedê hat vêxistin. Di kêliya vêxistina agir de bi sed hezaran kes li çepikan da û dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.    Kelecana Newrozê li ber stranên Hozan Kazo dewam kir.    Pişt re siyasetmedar Ahmet Turk derket ser dikê û xîtabî gel kir.