Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist 2022-03-21 15:25:58   KONYA - Gelê Konyayê tevî hewayê sar jî bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” bi hemû coşa xwe qada Newrozê dagirtin.    Li Konyayê di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi tevlîbûna Hêzên Ked û Demokrasiyê Newroz bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hat pîrozkirin. Girseya ku li Bazara Sêşemê ya Ûgûrlûyê hatin gelhev, bi deqiqeyekê rêzgirtinê pîrozbahiya Newrozê dan destpêkirin. Gelê ku bi cil û bergên xwe hatin qada Newrozê govend gerandin. Li qada ku coşa Newrozê lê zêde ye bênavber dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” tên berzkirin.    ‘NEWROZ REMZA BERXWEDANÊ YE’   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd remza berxwedanê ye û wiha got: “Newroz roja vejîn, nûjîn û berxwedanê ye. Tevî hemû bedelan jî hûnê bibînin ku bi têkoşîna we ya ‘azadî û wekheviyê’ saleke din em ê ji Newrozeke bi edalettir û azad re bêjin ‘merheba’.”   Piştî axaftinê bi tevlîbûna Kaya û rêveberên HDP’ê bi tililiyan agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya ku dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Newroz” qet jê kêm nebûn bi govenda li ber stranên Koma Şitlên Azadî ve Ozlem Baglayan hate gerandin bi dawî bû.     3 KES HATIN BINÇAVKIRIN   3 kesên navên wan nehatin zanîn ku tevlîbûna wan a bi cil û bergên herêmî weke hêcet hat nîşandan, hatin binçavkirin.