Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin 2022-03-21 16:06:21   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz ku li Newroza Amedê xîtabî sed hezaran kir ev tişt got: "Em ê azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyan pêk bînin."   Newroza sala 2022'yan a herî bi çoş ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin, li Parqa Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê pêk tê. Bi sed hezaran kesên ku ruhê Newrozê li dora agirê ku hat pêxistin careke din zindî kirin, pîrozkirinê guhertin cejnê. Rexmî astengkirinên polisan jî fistanên li jinan û şal û şepikên ku ketin qadê reng dan qada Enwrozê. Li qadê daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi dûrişmeyên "Bi can, bi xwîn, em ti re ne ey Serok" tê ziman.    Çoşa Newrozê bi derketina ser dikê ya hunermend Elenora derket asta herî jor. Bi sed hezaran kesî li ber stranên Elenora bi çoşeke mezin govend gerandin.    Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bûcak, Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA Ahmet Kaya û ji DDKD’ê Nesrîn Askar bi hevre derketin ser dikê û bi hevre gel silav kirin û wêneyên yekitiyê dan.    JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎNA   Li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanê Hevseroka BDP'ê Saliha Aydenîz axivî û ev tişt got: "Em li ser navê kurdan xebatên yekitiyê didomînin. Zimanê kurdî bi qedexeyan re rû bi rû ye. Em weke Tifaqa Kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê têbikoşin. Sed sal in Komara Tirkiyeyê li ser yek zimanî û yek alî hatiye avakirin. Em weke Tifaqa Kurd ji bo azadiya Krudistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê têbikoşin. Li girtîgehan îşkence û zext zêde dibin. Em ê azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêk bînin."   ZIMANÊ KURDÎ NIKARE BÊ QEDEXEKIRIN   Li ser navê Tifaqa Kurdistanî Newroza gelan pîroz kir û wiha got: “Xweda dibêje gelî însanên bawermend, berxwedan pîroz e. Çawa xweza zindî ye, berxewdana mirovan jî zindîbûna mirovan e.  Dînê îslamê ne dînê pelçiqandina însanan e. Dîne îslamê dînê parastina mafan e. Yên zimanê kurdî qedexe dikin, li dijî xweda derdikevin.  Aşitî, di berdewamê de bang li hikûmetê jî kir û xwest dawî li zext û tundiya li ser gelê kurd bîne. Aştî bangî girseya Newrozê kir û ev pirs ji wan pirsî: "Hûn perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin?" Gel bi yek dengî got, 'Erê'. Piştre Aştî, ev pirs kir “Hûn azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin?". Gel bi yek dengî got, 'Erê'. Herî dawî Aştî ev pirs kir: "Hûn azadiya Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin?". Gel bi yek dengî bersiva “Erê” da vê pirsê jî.