Ji Leyla Guven peyama Newrozê 2022-03-21 16:07:49   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Di peyama xwe de Guven wiha got: “Em ê Rojhilata Navîn demokratîk bikin û weke civakeke azad bijîn.”    Amed, îro dîsa malavaniya Newrozeke dîrokî dike. Di pîrozbahiya Newrozê de nameya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin hat xwendin. Guven di serî de gel silav kir û wiha got: “Ji dil û can bawer dikim ku gelê kurd di Cejna Newroza 2022’yan de dê li her çar aliyên dinyayê dakeve qadan û Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz bike. Gelê me baş pê dizane bê ka heta xwe gihandî vê rojê çiqas bedelên giran dane. Dê ji vir û şûnde jî bi heman hişmandiyê li ber xwe bide û bi şêwazê xwe yê rêxistinî meşa xwe bidomîne.”  SEDSALEKE NÛ TEŞE DIGIRE   Di berdewamê de Guven destnîşan kir ku niha Şerê 3’yemîn ê Cîhanê diqewime û wiha domand: “Em di serdemeke wisa de ne ku hemû pergal neçarin xwe biguherînin. Bêhiqûqî, bêedaletî û newekhevî her ku diçe li seranserî cîhanê zêde dibe û tu civak naxwazin bêstatû bijîn. Sedsaleke nû teşe digire. Baronên şer ên emperyal niha jî li ser Ûkraynayê ketine pêşbirkê. Yên ku herî zêde dikarin xelkê Ûkraynayê baş fêm bikin, gelên kurd û filistînî ne. Lewma jî mîna duh, îro jî xort û ciwanên çavrêş ên gelê kurd li her devera cîhanê cihê xwe li cem gelên li rastî neheqiyê hatine digirin û êşa wan parve dikin.”    JINÊN KURD DÊ TIFAQÊ AVA BIKIN    Bi domdarî Guven bal kişand ser dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û wiha dawî li nameya xwe anî: “Li dijî şer, zext û bêedaletiyê hûn li derve û em jî li zindanan dibêjin; ‘Dem dema serkeftinê ye.’ Em dibînin ku gelek di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tê tecrîdkirin û ev tecrîd niha li hemû girtîgehan berbelav bûye. Di têkoşîna xwe ya rewa de pêdiviya me bi însafa kesekî nîne. Weke jinên kurd em dibêjin ku dê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin û bi vî awayî dest bi sedsala nû bikin.    EM Ê BIBIN CIVAKEKE AZAD    Soza me ya ji bo gelê me yê kedkare: Li ser bingeha têkoşîna destanî ya gelê me em ê li her qadê li ber xwe bidin. Bi saya demokrasiya radîkal, em ê cîhaneke sosyalîst, Rojhilata Navîn a demokratîk û civakeke azad ava bikin. Em ê vê yekê bi hêza xwe ya cewherî, bi pêşengtiya jinên ku di her qadên jiyanê de bi keskesorê li ber xwe didin, bi pêşengiya jinên di navbera 8’ê Adarê û Cejna Newrozê de bedena xwe kirin pirên ji agir û bi pêşengtiya dayikên me yên cefakar pêk bînin. Şert û merc çi dibin bila bibin; derman û çareseriya me, berxwedana me ya destanî û hêza me ya cewherî ye. Ez Cejna Newrozê ya gelê me ku di şexsê xelkê Amedê de li her çar aliyên cîhanê li ber xwe dide pîroz dikim. Bi hêviya ku em di govenda siberojên azad de mil bidin milên hev.”