Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye 2022-03-21 16:17:17   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Amedê de xîtabî sed hezaran kir û got: “We îro carek din serî netewand û we serkeftin û azadiyê dabîn kir. Em dibêjin tecrîdkirina birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Gel dibêje ez li pey nameya çareseriyê ya birêz Ocalan im.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di Newroza Amedê de axivî. Bûldan dema derket ser dikê, gel silav kir, bi sed hezaran kes li çepikan da û wê pêşwazî kir.    Bûldan ewilî bi kurdî axivî û Newroza gel pîroz kir.   Axaftina Bûldan wiha ye:    “Agirê azadiyê hatiye vêxistin. Bi dehan hevalên me di zindanan de ne. Hemû hevalên me girtîgehan li vir in. Em ji vê derê silavên xwe rêzên xwe hezkirinên xwe ji hemû hevalan re dişînin. Hevrêyên hêja gelê me bi rûmet, di şexsê Denîz Poyraz û Kemal Kurkutan de hemû şehîdên me de bibîr tînin. Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin. Em soz didin we.    NEWROZ BERXWEDAN E    Newroz berxwedan e, li dijî zilmê ye. Newroz hêvî ye. Newroz aştî û edalet e. Newroz li ser vê axê bi sedê salan e tê pîrozkirin. Hêviya me ew e ku ev Newroz bibe wesîleya yekîtiyê, azadiyê û aştiyê û wekheviyê. Newroz jin e. Newroz ciwan in. Vaye carek din cejna we hemûyan pîroz be. Hevrêyên hêja, Newroz tenê ne ya kurdan e. Neweroz cejna hemû karker û kedkarên berxwedêr in. Newroz di heman demê de cejna Mazlûman e kul i dijî zilmê serî netewandine. Newroz stran, klam e, newaya bi hemû rengan e.    Îro gelê Amedê carek din dîrokî nivîsand. Carek din we rûyê xwe nîşan da ku hûn li hemberî tu kesî serî natewînin.    WE AZADÎ Û SERKEFTINÊ NÎŞAN DA    Bila her kes li vê meydanê baş binêre. Bila Enqere dengê me bibîhize. Bila Enqere Meydana Amedê bibîne, dengê vê meydanê bibihîze. Hûn niha dibêjin ‘Dem dema serkeftinê ye’. We serkeftinê û azadiyê dabîn kir. We carek din got em vê pergala ku nasname û hebûna me qedexe dike qebûl nakin. Bi înkar û qetlîam, girîgehan û qeyûman nikaribin gelê kurd neqedînin. We vê helwest û seknê nîşan da, em spasiya we dikin.    XELK LI PEY NAMEYA OCALAN E    Ev sedsal bi êşên mezin derbas bû. Bi zilmên mezin derbas bû. Ev sedsal bi desteserkirina vîna me derbas bû. Vê sedsala pêşiya me wê dîrok dubare nebe. Em vî sozê didin gelê xwe yê hêja. 9 sal berê li vê meydanê metna mutabakataê hat xwendin. Nameya birêz Ocalan hat xwendin. Newrozek dîrokî bû. Deklarasyonek dîrokî bû. Ji bo jiyanek hevpar a siberojê bû. Tam neh sal di ser wê nameyê re derbas bûn. Hêj name bi hemû nûjeniya xwe li holê ye. Em carek din dibêjin ku em li pey wê nameyê ne û diparêzin. Îktîdarek ku ji çareseriyê ditirse heye. Em hemû dibin şahidê vê yekê ku îktidar aştiyê tecrîd dike. Ev îktidar azadî, edaletê, ziman, nasname, siyaseta demorkatîk tecrîd dike. Em bi îktidarek qedexekar û şerxwaz re rûbirû ne. Vaye îro rewşa welat li holê ye.    TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN    Em ê zilm û neheqiyên vê îktidarê qebûl nekin. Em carek din soz didin we ku em ê dawî li vê îktidara zilmkar bînin. Heta ku ev gel li vê qadê be hûnê qet û qet bi ser nekevin. Îro ev qad nîşaneya vê yekê ye. Îro carek din vê qadê ruhê mutabakata 2013’an nîşan da. Ev qad dibêje ez li pey mutabakata çareseriyê me. Îro ev qad dibêje û nîşan dide ku em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Ev qad dibêje em girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgenê, Sebahatê… qebûl nakin. Îro vê qadê carek din azadî, serkeftin, aştî û demokrasiyê û edaletê daxwaz kir.    EM JI BO AŞTIYÊ AMADE NE    Em carek din dibêjin ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne. Em ji bo aştiyê amade ne. Em carek din radigihînin ku em ji bo li derdora aştiyê bibin xelek amade ne. Şer xwîn û kuştin e. Aştî xweşî û aramî ye. Em carek din dibêjin aştiya mezin. Ji aştiyê tiştek xweştir nîne. Em dibêjin divê ku siyaset û rojeva her kesî aştî be û her kes ji bo aştiyê berpirsiyarê hilde ser milê xwe.   EM JI ÇARESERIYÊ RE AMADE NE    Îro pirsgirêka herî mezin a vî welatî prisgirêka kurd e. Yên ku dibêjin me vê pirsgirêkê çareser kiriye, bila baş bizanibin ku ev pirsgirêk wiha nayê çareserkirin. Bi lezgînî pêdivî bi çareserkirina pirsgirêka kurd heye. Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ne. HDP partiya çareseriyê ye. Em ji vê re amade ne. Bi înkar, zext, zor, girtîgehan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke hûn îradeya gelekî bixin zindanan, wê çaxê pirsgirêk çareser nabe. Divê hûn bi muxatabê pirsgirêkê re rûnin û dê wê çaxê çareserî li pêş bikeve. Hûn nikarin bi înkar û zilmê van qadan vala bihêlin. Vaye qad tije ne û daxwazên xwe tînin ziman.    EM Ê AZADIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ   Em ê serê xwe li ber we netewînin. Viya baş dizanibin. Hevrêyên hêja, divê ev pirsgirêk hemû bi civakê û raya giştî re were çareserkirin. Ji bo çareseriyê yekîtiya xwe xurt bihêlin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê demokrasî, azadî, edalet û aştiyê bînin vî welatî.    Ez carek din dibêjim ku ev Newroz bibe wesîleya azadî, aştî û edaletê. An serkeftin an serkeftin. Jin jiyan azadî.”