Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre 2022-03-21 16:47:35 COLEMÊRG - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel di pîrozbahiya Newroza Geverê de axivî û xwest ku tecrîda li ser Îmraliyê bê rakirin. Temel, anî ziman ku ji 7 salî heta 70 salî ev 3 roj in li qadên Newrozê gelê kurd tenê Ocalan diqîre.    Pîrozbahiya Newrozê ya li yek ji kelehên berxwedanê Geverê, bi stranên hunermend Kadîr Çat berdewam kir. Bi stranên Çat re coşa xelkê Geverê jî hîn zêdetir bû. Piştre jî Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî û gel silav kir. Temel, anî ziman ku gelê kurd li dijî hikûmeteke faşîst têdikoşe û wiha domand: “Dibêjin em ji bo Ûkraynayê aştiyê dixwazin lê li rexa din êrişî Efrîn û başûrê Kurdistanê dikin. AKP-MHP’ê mil dane milê hev û dibêjin ku em ê di 2023’yan de kurdan bêstatû bihêlin. Lê gelê kurd vê qebûl nake û li her çar aliyên Kurdistanê li ber xwe didin.”  TECRÎDA LI SER OCALAN   Temel, bi domdarî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev sê roj in ku ji 7 salî heta 70 salî gelê kurd li hemû qadan tenê Ocalan diqîre. Çima dibêjin Ocalan? Ji ber ku weke rêberê xwe dibîne. Gelê kurd tecrîda li ser Îmraliyê qebûl nake. Heta ku bi hezaran hevalên me yên di zindanan de tên berdan dê ev têkoşîn bidome. Gelê kurd, jiyaneke bêyî birêz Ocalan qebûl nake. Hinek partiyên kurd dibêjin; heke tevgera azadiyê qels bibe em ê bi ser kevin. Banga me ji bo birêz Barzanî ev e; heke Amed bikeve dê sibe Hewlêr jî Qamişlo jî bikevin. Banga me ji bo partiyên kurd ew e ku bi dijminên kurdan re tevnegerin. Yên ku li dijî yekitiyê, alîkarên dijminan in.”    Pîrozbahî bi stranên Grup Îsyan Ateşî berdewam kir.   TÊKOŞÎNA JINAN    Ji Komîsyona Rêveberiyên Hêrêmî yên HDP’ê Hatîce Kiye jî daxuyand ku dê têkoşîna jinan mohra xwe li sedsala 21’emîn bidin û desthilatdariya AKP-MHP’ê jî têk bibin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî diyar kir ku gelê kurd jiyaneke birûmet û azad dixwaze û dê kesek nekare pêşî li van daxwazan bigire. Dede, herî dawî jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Şerê herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Em li vir bangî desthilatdariyê dikin; yên pêşiya we nekarî û hûn jî dê nekarin. Muxatab, birêz Ocalan û nifte li Îmraliyê ye. Hûn neçarin ku rêberê gelekî weke muxatab qebûl bikin.”