Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me 2022-03-21 17:14:47   ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîr dayîn destpêkirin, didome. Malbatan bal kişandin ser pîrozbahiyên Newrozê û diyar kirin ku qadên Newrozê hêz daye wan û mirûzê wan xweş kiriye.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 27’emîn de berdewam kir. Li cihê nobetê dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibûn vekirin. Li ser navê malbatan Hanim Sever axivî.    ‘NEWROZÊ HÊZ DA ME’    Seven, bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û wiha got: “Qelebalixiya di pîrozbahiyên Newrozê de hêz û moraleke mezin da ma. Di serî de Emîne Şenyaşar, ez Newroza hemû kesên daxwaza edaletê diqîrin pîroz dikim. Dê çalakiya xwe bi vî mirûzî bidomînin. Divê hemû kes hîn bêhtir xwedî li daxwaza edaletê ya ku li qadên Newrozê hatiye qirîn, derkeve. Her wiha tecrîda li ser birêz Ocalan û hemû girtîgehan bê rakirin. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin û hem Ocalan û hem jî girtiyên din bên berdan. Gelên me azadiya Ocalan dixwazin.”    AZADÎ JI OCALAN RE   Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî hemû kesên bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin bi bîr anî û wiha got: “Ez tevahiya malbatên şehîdên Newrozê silav dikim. Newroza hemû kesî pîroz be. Hêvîdarim ev Newroz bibe wesîleya azadiya Ocalan û hemû girtiyan.”