Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e 2022-03-21 17:23:00   ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, di Newrozê Cizîrê de ev tişt got: "Ne Tifaqa Cûmhûr ne jî Tifaqa Millet em ê di siyaseta rêya sêyemîn a Ocalan de bidomînin." Girseyê jî bi dûrişmeya "Bijî Serok Apo" bersiv da ocalan û Newroza Amedê silav kir.    Newroza Cizîrê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li qada Newrozê ya TOKÎ'yê hat pîrozkirin. Zêdetirî sed hezarî kes tevlî Newrozê bûn. Tevezayê pîrozbahiyê çoşa jin û ciwanan kêm nebû timik û dûrişmeya "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Dayika Orhan û Mehmet Tûnç ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn kuştin Esmer Tûnç, malbatên Asya Yuksel û Pakîze Nayîr, hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig,parlamenterên HDP'ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û nûnerên rêxistinên sivîl ên li navçeyê û bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.    Pîrozkirina Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dema rêzgirtinê dûrişmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Ciwanên ku derketin ser du vîncên li qadê dûrişmeyên cuda berz kirin. Ji milan ve gel herikî qada Newrozê. Di demeke kurt de qada Newrozê têje bû.    Welatiyên ku bi wesayîtên xwe hatin qadê Newrozê ji ber nuqteyên kontrolê yên polisan neçar man ku bi qasî kîlometreyekî dûrî qadê terka wesayîtên xwe bikin.    SOZÊ BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Di pîrozbahiyê de destpêkê li ser navê Komîteya Amdekar a Newrozê Mesût Nart axivî û beşdarên Newrozê silav kir û cejna wan pîroz kir. Her wiha Nar, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş û sozê bilindkirina têkoşînê da. Axaftina Nart timik bi dûrişmeya "Bijî Serok Apo" hat birîn. Piştî Nart Hevserokê HDP'a Şirnexê Sebahattîn Denîz û hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig jî axivîn û gotin ku wê heta serkeftinê li ber xwe bidin.    GELÊ KURD LI VIR E!   Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş axivî û ev tişt got: "Bajarê Mehmet Tûnç cejna te ya Newrozê pîroz be. Em ê deriyê Îmraliyê û deriyê hemû girtîgehan bişikînin. Dehaqên îro êrişî kurdan dikin. Lê gelê kurd, jinên kurd û ciwan li vir in. Ya azadî ya azadî." Piştî Ozguneş Parlamenterê HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî axivî û wiha got: "Newroz hebûna me ye û govenda azadiyê ye. Hefteyeke milyon li qadan e û dengê azadiyê bilind kirin. Ev Newroz referandûma gelê kurd e. Bila dewlet dengê milyonan ê ji qadê bilind dibe bibihîze. Daxwaza vî gelî azadiya birêz Ocalan û girtiyan e. Ev gel dixwaze azadî û pêkvejiyanê. Divê dewlet vê vînê bibîne. Pirsgirêka Kurd bi tecrîdê çareser nabe."    Piştî axaftina Ozguneş û Îmîr Dayikên Aştiyê agirê Newrozê bi dûrişmeya "Bijî Berxwedanan zindanan" û tilîliyan pêxistin.    'DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN'   Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan ki aliyê girseya Newrozê ve bi dûrişmeya "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Ocalan, bi silavkirina vîna gelê Cizîrê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anîn ziman: "Wê Dîcle, Gabar, Birce Belek û Cudî biaxivin. Vê xakê zilm dît û li dijî vê zilmê têkoşîya û li ber xwe da. Vê xakê rûmet parast. Cîzîra Botan navenda yekitiyê û keleha berxwedanê ye. Amed navenda têkoşînê be Cizîr jî ruh e. Ji vir em Newroza Amedê silav dikin. Gelê kurd li dijî siyaseta Dehaq li ser piyan e. Bi deh hezaran Kawayê Hesinkar hene û li vîn û rûmeta xwe xwedî derdikevin. E di xeta sêyemîn a birêz Ocalan de siyaseta xwe dimeşînin. Ocalan deriyê aştiya bi rûmet e. Ev gel jî li siyaseta Ocalan xwedî derdikeve. Qamişlo û Rojava li ber xwe dide. Tirkiye siyaseteke qirêj dimeşîne. Dibêje bila li Ûkraynayê aştî çêbibe. Çima ji bo kurdan aştiyê naxwazin. bi salan e şerekî dijwar tê meşandin û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Ev şer bi siyaseta aştiyê ya Ocalan dikare bê bidawîkirin. Ziman, nasname û çanda gelê kurd qebûl bikin. Tecrîdê rakin û deriyê Îmraliyê vekin. Ne Tifaqa Cûmhûr ne jî Tifaqa Millet em ê di siyaseta rêya sêyemîn a Ocalan de bidomînin."   Ocalan, qala êrişa li Newroza Amedê kir û ev tişt gotin: "Li wir êrişeke qirêj heye. Em ji vir şermezar dikin. Divê Cizîra Botan tifak û yekitiya xwe pêk bînin. Cizîrê li vir gotina xwe got. Em ê teqez qezenc bikin. Rêya me rêya heqîqetê ye, rêya me vekirî be."   Axaftina Ocalan bi dûrişmeya "Bijî Berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.    Piştî axaftinan hunermend Pinar Aydinlar û Şiyar Berwarî derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Bi deh hezaran kesî li ber stranên wan govend gerandin. Bi vî awayî bernameya pîrozbahiya Newroza Cîzîrê bi dawî bû.