Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin 2022-03-21 17:24:07   AMED - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji bo Newroza Amedê peyam şand. Mizrakli diyar kir ku dê bi germahiya agirê Newrozê teqez bi ser kevin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, ji bo Newroza Amedê peyamek şand.    Peyama Mizrakli wiha ye: “Newroz; ji berê heta niha her tim bûye navê roja berxwedana gelê vê erdnîgariyê ya li dijî zaliman. Navê roja vêxistina agirê serhildanê yê têkoşîna azadiyê didin e. Navê vejîna erdnîgariyeke hatiye talankirin e. Vê erdnîgariyê gelek dagirkerî, komkujî, zilm û têkçûn dîtin. Lê li rexa din jî şahidiya berxwedan, serhildan û vejînan kir. Bû şahidê gelekê ku tu carî serî netewandî û şahidê berxwedêrên ku hewayê bêhêviyê veguherandin biharê. Weke kesên li ser şopa van berxwedêran, em bi milyonan kes li qadan in. Em bi ruhê Newroza 2013’an dîsa li qadan di xelekên govendê de ne. Li ser agir, hêviya xwe nû dikin.    BAL KIŞAND SER RÊYA SÊYEMÎN   Gelê kurd ku yek ji gelên qedîm ên vê erdnîgariyê ye û bi sedan sala ye bêstatû hatiye hiştin, niha jî bi polîtîkayên qirkirinê yên AKP-MHP’ê re rû bi rû ye. Di serdemeke wiha de pêdiviya me ji her demê bêhtir bi yekitiyê heye. Em dikarin bi ruhê Newrozê vê yekitiyê ava bikin. Em dikarin vî ruhî bi coşa Newrozê tacîdar bikin. Em dikarin siyaseta rêya sêyemîn têxin meriyetê. Bi siyaseteke rast em dikarin vî welatî ji tarîtiyê rizgar biki. Tevî hemû êriş û girtinan jî em îro dîsa li heman cihê xwe bênavber li ber xwe didin. Têkoşîna me ji bo welatekî demokratîk û pêşerojeke azad e. Wisa bawerim ku em dikarin vê pêk bînin. Ez bi germahiya agirê Newrozê we silav dikim û dibêjim ku em ê teqez bi ser kevin. Dem dema serkeftinê ye.”