Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn 2022-03-21 17:46:45   AMED - Ciwanê kurd Kemal Kurt ku di Newroza sala 2017’an de hatibû qetilkirin, li cihê ku hatibû qetilkirin, hate bibîranîn.    Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza sala 2017’an de ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin, li cihê ku lê hatibû qetilkirin bi qurnefîlan hat bibîranîn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogullari ku çendek roj berê hatibû berdan û parlamenterên HDP’ê qurnefîl danîn cihê ku Kemal Kurkut lê hatibû qetikirin. HDP’î, piştî bîranînê jî derbasî qada Newrozê bûn.