Li Newroza Amedê posterê Ocalan 2022-03-21 19:54:37       AMED - Di Newroza Amedê da, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Midûriyeta polîsan a Amedê gotibû ez ê nehêlim posterê Ocalan bê vekirin û bilindkirin.    Newroza îsal bi dirûşmeya "dem dema serkeftinê ye" li Amedê bi dawî bû. Tevî hemû êriş û provakasyonên polîsan jî zêdetirî milyonek kes daket qada Newrozê. Midûriyeta Polîsan a Amedê ku di dema amadekariyên Komîteya Amadekar de şerh danîbû binî her tiştî, destnîşan kiribû kuq ethiyen dê nehêle posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê vekirin û dirûşmeyên ji bo wî bên berzkirin û jib o vê jî gef xwaribûn.   Lê ciwanên ku danê sibehê zû berê xwe dan qada Newrozê, ewilî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî agirê Newrozê hat vêxistin ciwanan posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin û bilind kirin. Ciwanan bi vekirina postere careke din bi dengekî bilind dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.