Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan 2022-03-21 20:38:48   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pîrozbahiya Newrozê polîsan avaêt ser gelan malan.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi deh hezaran kes Newrozê pîroz kir. Piştî pîrozbahiyê polîsan danê êvarî avêt ser gelek malan. Polîsan ciwanên ji pîrozbahiyê vegeriyan binçavkirin û di dema binçavkirinê de li ciwanan xistin.   Hat ragihandin ku li navçeyê avêtina ser malan didome û heya niha gelek kes hatine binçavkirin.