‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’ 2022-03-22 10:01:37   AMED - Jinên ku tevî êrişan jî herikîn qada Newroza Amedê, diyar kirin ku zextên tên kirin politikaya dewletê ya bi zanebûne û wiha gotin: “Hebûna me ya di Newrozê de ji wan re bersivek bû. Jin, wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin.”   Newroza Amedê ku îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin, bi dawî bû. Bi hezaran kesên di saetên serê sibê de bi reng, tilîlî û dirûşmeyên xwe ketin rê, li Qada Newrozê bûn bi sed hezaran. Welatiyên ku herî kêm di 6 noxteyên kontrolê de derbas bûn, tevî êrişa polîsan û astengiyan jî ketin qada Newrozê. Lêgerîna bihûrgilî ya li jinan hate kirin û sekinandina wan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate şermezarkirin. Hemû jin tevî hemû zextan li qada Newrozê hem azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hem jî azadiya jinan qîriyan.    ‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ’   Yek ji jinan Neval Kaval Atsan ku bi kelecaneke mezin tevlî Newrozê bû, diyar kir ku polîsan di noxteyên lêgerînê de êrişî wan kirin. Atsan, bi lêv kir ku polîsan ketina wan a qadê astengkirin û wiha got: “Vê yekê zanebûn kirin. Li hemû welatên mêtînger êrişî zarok û jinan tê kirin. Êrişên li ser jinan politikaya dewletê ya bi zanebûne. Dewlet herikîna jinan a li qadan ji xwe re weke xetere dibîne. Ez ji vir banga berxwedanê li hemû jinan dikim. Hebûna me ya li vê qadê ji wan re bersiveke. Em ji bo wê li vê qadê ne û em ê her hebin jî.”    ‘EM Ê DESTHILATÊ HILWEŞÎNIN’   Leyla Taş jî da zanîn ku tevî destûra hatiye girtin jî li her noxteyê polîsan êriş kir û wiha axivî: “Em zar û zêc bi saetan dan sekinandin. Bi copan êrişî zarok û jinan kirin. Ji xwe gotibûn ‘jin jî be zarok jî be tişta pêwîst wê were kirin.’ Gefan dixwin.” Taş, diyar kir ku bi biraziya xwe ya 4 mehî re hat Newrozê û got: “Heke ez bi biraziya xwe ya 4 mehî re bikarim werim Newrozê em dikarin desthilatê hilweşînin. Em ê hêza jinan nîşanî wan bidin. Em ê tu carê têk necin û di sala 2023’yan de heza jinan nîşanî wan bidin. Em hemû dizanin ku ew dizin. Vê carê wê pisîk jî nekeve trafoyan.”   ‘TEHAMULA ME NEMA’   Sûltan Avînç, destnîşan kir ku Newroz sembola gelê kurd e û da zanîn ku tevî hewayê sar jî bi zarokên xwe re hatiye Newrozê. Avînç, diyar kir kul i dijî zextên li ser jinan û gelê kurd tehamûla wan nemaye û got: “Em aştiyê dixwazin. Em zêdetir tehamulî vî şerî nakin. Em weke gelê kurd di bin zext û zilmê dane.” Avînç, qala rewşa girtiyên nexweş kir û wiha berdewam kir: “Gelek siyasetmedar di zindanê de ne û hemû nexweş in. Em azadiya xwe dixwazin. Bila kes mereq neke wê Serokatiya me jî azad bibe. Serkeftin wê bibe ya me.”   ‘JI SEROKATIYA ME RE AZADÎ’   Parîzade Ûlaş a heta axaftina xwe xelas kir bi îşareta serkeftinê berteka xwe nîşan da, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Hem li ser hevalên me yên di zindanê de hem jî ser hevalên me yên der zextên zêde hene.” Ûlaş, bi lêv kir ku bi azadiya Ocalan wê hemû pirsgirêkên li welat bi dawî bibin û got: “Heta ku em dayik bijîn em ê ji Serokatiya xwe re bêjin azadî.”   Hamdiye Tûrgût jî wiha got: “Newroz ji bo azadiya gelê kurd û ji bo aştiyê ye. Di her qadê de li ser me zext hene. Em van zextan şermezar dikin. Em ê serokatiya xwe azad bikin.”   ‘EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVIN’   Jin Aryan, da zanîn ku di vê Newrozê de gelek zext li jinan hatin kirin û wiha bi lêv kir: “Em weke gelê Amedê ji bo ku weke her sal Newrozê bi coş pîroz bikin hatin qadê. 5 saetan zêdetir em sekinandin heta hin hevalên me qet negirtin hundir. Gelek lêgerîn kirin. Bi gaza îsotê êrişî jin û zarokan kirin. Lê tevî hemû astengiyan jî gelê kurd û jin xwedî li vîna xwe derketin.”   ‘EM Ê RÊ NEDIN FAŞÎZMÊ’   Aryan, anî ziman ku jin xwedî li Newrozê derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû êriş li ser jinan hatin bi rê ve birin. Em vê şermezar dikin. Lê îro kurd û jin li Newrozê xwedî derketin. Jin hezar sal in têdikoşin. Êrişeke cuda li ser jina kurd heye. Lê rastiyek heye ku heta jin azadiya xwe bi dest nexis wê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê rê nedin faşîzmê. Yekane tişta di destê me de maye berxwedan e. Ev rastiya me ye.”   MA / Eylem Akdag