Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin 2022-03-22 10:02:22 AMED - Welatiyên ku tevlî Newroza bi çoş a Amedê bûn, destnîşan kirin ku aştî û çareserî bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e.  Newroza Amedê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin zêdetirî milyonek kes tevlî bûn. Rexmî hemû astengiyan jî di saetên serê sibehê de bi hezaran kes bi kincên xwe yên heremî herikîn qada Newrozê û bi dûrişmeya "Bijî serok Apo" azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest.    'OCALAN RÊBERÊ ME YE'   Ebedîn Aktaş, destnîşan kir ku Newroza îsal diyarî Ocalan hatiye kirin û wiha got: "Newroza me ya îsal tê wateya azadiya Rêberê me. Di şexsê Rêberê me de Newroz tê wateya biratiya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe ne aştî tê Rojhilata Navîn ne jî gelê kurd azad dibe. Heta dawiyê em azadiya Rêberê xwe diparêzin. Çi dixwazin zextan bikin bila bikin em ê dev ji doza xwe bernedin. Abdullah Ocalan rêberê me ye û vîna me ya siyasî ye. Em ê vê hê bêtir bînine ziman."   'EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'   Aktaş, bi lêv kir ku heta ku tecrîd ranebe wê aştî neyê sazkirin û wiha domand: "Heta ku ev tecrîda mutleq ranebe bi tu awayî aştî nayê dinyayê. Parastina mafê Rêbertî tê wateya parastina azadiya gelê kurd û Kurdistanê. Azadiya Ocalan biratiyan hemû gelan e. Tişta ku bikeve ser me em amade bikin. Wê gelê kurd tecrîd bişikîne. Ev sal sala azadiyê ye. Wê ev sal azadiya gelê kurd û Rêbertiya me bîne."   'SEDAMA TEKANE AZADIYA OCALAN E'   Mûhammed Pinar ku bertek nîşanî astengiyên li qadê da ev tişt anîn ziman: "Newroz kevneşopî û rengê me ye. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Bila Newroz ji girtiyen me re azadî bîne. Sedema me ya tekane ya li van qadan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan e. Ya wê bê berdan an wê berdan."   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Mûrak Çetîn ku qala dîroka Newrozê kir, ev tişt gotin: "Em ê Abdullah Ocalan azad bikin. Em ji bo vê bi hêvî ne û em ê vê hêviya xwe winda nekin. Ew çiqas me asteng dikin bila bikin em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê wan bi têkoşîna xwe bi pelçiqînin. Roja wan qediya. Ji azadiya me re hindik ma."   Mevlut Kiliç jî wiha axivî: "Me serî ji vê faşîzmê re netewand û em ê netewînin. Weke ciwanên kurd ji bo azadiya Kurdistan çi bikeve ser milê me em amade ne bikin."   'WÊ AGIRÊ NEWROZÊ VENEMIRE'   Kemal Guzel, bal kişand ser zextên li dijî gelê kurd û û got ku wê agirê Newrozê yê li dijî zextan venemire û ev tişt anî ziman: "Ev agir agirê Kawayan, Mezlûman, Kemal Pîran, Denîz Poyrazan û Kemal Kûrkûtan e. We tacirî nikaribin agirê newrozê vemirînin. Em dixwazin li xaka xwe azad bijîn û em di vê doza xwe de mafdar in. Dema em hatin vê qadê jî zext û tundiyê pêk anîn."   AZADIYA ZIMAN   Medîne Aydin, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û xwest ku qedexeyên li ser ziman bi dawî bibin û wiha got: "Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin zimanê me yê zikmakî azad be. Em zextan naxwazin."   Jina bi navê Yasemîn Sogut jî da zanîn ku zextên ku di 8'ê Adarê de li wan hatine kirine di Newrozê de jî li wan hatine kirin û wiha axivî: "Di roja jinan de û di Newrozê de jî jin bi erdê ve tên kaşkirin. Di dîroka dinyayê de zilmeke wiha tune ye. Jinên kurd bi salan e van zextan dikişînin, êdî bes e. Em ê heta kuderê vê zilmê bikişînin. Serê me bi Rêbertiya me mezin e. Em serbilind in. Wê dayikên kurd biserkevin."   DAXWAZA MUAZEKEREYAN      Muhsîn Tarhan ku xwest ku bi Ocalan re muzakere bên destpêkirin jî ev tişt anîn ziman: "Em Newroza 50 saliyê ya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Heta ku Rêbertî azad nebe wê ev gel azad nabe. Em di vê ferqê de ne. Ev Newroz Newroza Rêbertiya me ye. Em li bendê ne ku dewlet bi Rêbertiya me re li ser meseya muzakereyê rûnê. Di rewşeke berovajî de wê gelê kurd bi berxwedanê vê bigire. Ocalan, yek serokên herî baş ên ku heta niha hatine û çûne ye. Abdullah Ocalan serokek gerdûnî ye. Serokê aştiya hemû dinyayê ye. Bêyî Rêbertî aştî nayê dinyayê."