Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin 2022-03-22 10:51:48   BEDLÎS - Li navenda Bedlîsê zêdetirî hefteyekê ye ber dibare. Li bajar ji ber talûkeya aşûtê taxeke hat valakirin.   Li navenda Bedlîsê, zêdetirî hefteyekê ye berf dibare. Ev jî lê bajêr bû sedema talûkeya aşûtê. Ji ber talûkeya aşûtê bi armanca bergirîgirtinê taxa Gazîbey a li herêma Sapkor a quntara çiyayê Dîdeban hat valakirin. Niştecihên taxê li otelên bajar hatin bicihkirin. AFAD'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Li ser îxbara ku di 19.03.2022'an de ji miduriyeta me re hat kirin ji aliyê personelê me yên teknîkî ve li taxa Gazîbey a li herêma Sapkor a quntara çiyayê Dîdeban xebat hat kirin. Di encama xebatê de biryar hat dayîn ku ji ber talûkeya aşûtê 40 malên li taxê bên valakirin. Ji bo welatiyên me yên ku bên tehliyekirin wê bi awayekî demkî cih û xwarin bê eyarkirin."