Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan 2022-03-22 11:13:04   AMED - Di pîrozbahiyên Newroza Amedê ku bi tevlîbûna zêdetirî milyon kesan pêk hat de gelek dîmenên rengîn derketin holê.    Li Amedê duh bi tevlîbûna zêdetirî milyon kesan Newroz hate pîrozkirin. Li qada ku ji 7 salî heta 70’ê salî herkes herikî gelek dîmenên rengîn derketin holê. Hin wêneyên ku Ajansa me ya Mezopotamyayê kişandin wiha ne: “   * Tevî hemû astengiyan zêdetirî milyon kesan tevlî pîrozbahiyê bûn.      * Newroza Amedê ya 2022’yan bi girseyîbûna xwe dîsa kete dîrokê.      * Ciwanên ku ewil hatin qadê têlên 3 mîtro ku polîsan kişandibûn hilweşandin û li ser wêneyê bîranînê kişandin.      * Bi deh hezaran kes demekî dirêj negirtin qadê. Li ser israra girseyê derî zêdetir hatin vekirin.      * Ji bajarên derdorê tevlîbûneke zêde çêbû.      * Di navbera qada pîrozbahiyê û dike polîsên bi çek hatin bicihkirin.      * Hin kes bi hespan jî tevlî pîrozbahiyê bûn.      * Ji herêma Botanê jin jî tevlî pîrozbahiyê bûn.      * Welatiyên ku polîsan nehiştin bikevin qadê, her der vegerandin qada Newrozê.     * Dayikên ku nekarîn bikevin qadê agirê Newrozê vêxistin.      * Kesên zêdetir tevlî pîrozbahiyê bûn ciwan bûn.      * Di pîrozbahiyan de rengên kesk û sor û zer li pêş bûn.      * Ciwan tevî astengiyan jî bi şal û şepik û bi kiras û fîstanan ketin qadê.      * Posterên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li qadê hatin hilgirtin.      * Di nava kesên ku reng li pîrozbahiyan zêde kirin de zarok jî hebûn.      * Coş, bi pêxistina agirê Newrozê re bilind bû.      * Wêneyê mezin ê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin li qadê hate daliqandin.     * Li dora agirê Newrozê dîmenên rengîn derketin holê.      * Dema peyamên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin xwendin, girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.      * Ciwanan gelek caran hevdû avêtin hewayê.      * Kesên beşdarî pîrozbahiyan bûn bi cil û bergên xwe agirê Newrozê pêxistin.      * Di valahiya di navbera qadê û dikê de di navbera ciwan û polîsan de gengeşî derket.      * Li ser biryardariya girseyê ku bikevin valahiya di navbera qadê û dikê de, polîs mecbûr man paşve biçin.     * Coşa jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî yên rengîn tevlî pîrozbahiyê bûn di tevahiya pîrozbahiyê de berdewam kir.      * Di pîrozbahiyê de coşa dayikan a ji bo Newrozê qet nesekinî.      * Partiyên di Xebata Tifaqa Kurdistanê de cih digirtin, bi hev re kesên tevlî pîrozbahiyê bûne silav kirin.     * Di nava kesên coşa Newrozê zêde kirin de daholvan jî hebûn.      * Ciwanên ku tevlî pîrozbahiyan bûn bê navber wêneyên bîranînê kişandin.      * Polîsên ku kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn astengkirin, li gelek cihan gaza îsotê bikaranîn.      * Li hin noxteyên cuda yên bajêr pevçûn qewimîn.      * Ciwanan bi keviran bersiva êrişên polîsan da.      * Îsal jî gelek zarok di qadê de windabûn. Piştî anonsên li ser dikê hatin kirin zarok gihiştin dayik û bavên xwe.      * Dema Servet Kocakaya, Elenora, Rojda, Kazo û Azad Bedran stranên xwe gotin gelek dîmenên rengîn derketin holê.      * Di pîrozbahiyan de bi sedan kes hatin binçavkirin.