Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû 2022-03-22 11:46:32   AMED - Murşît Aslan, rexmî ku ji sedî 90 astengdar e jî tevlî Newroza Amedê bû û ev tişt got: "Paşde gav neavêtina gel cihê serbilindiyê ye. Gelek xweş bû."   Newroza Amedê, duh bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bi beşdariya zedetirî milyonek hat pîrozkirin. Astengiyên ku hatibûn danîn hatin derbaskirin, barîqat hatin hilweşandin û pîrozbahiyeke biçoş pêk hat. Ji çar aliyan ve ji 7 saliyan bigire heta 70 saliyan herkesî cihê xwe di pîrozbahiyan de girt. Yek ji kesên ku tevlî Newrozê bû Murşît Aslan ê ji sedî 90 astengdar bû. Aslan ku ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê tevlî Newrozê bû, ji sala 1991'an ve felcî ye û bûye heta sala 2000'an di girtîgehê de maye. Ji sala 2014'an ve her sal tevlî Newroza Amedê bûye.    HÊVÎ Û BAWERÎ   Aslan, derbarê tevlîbûna xwe ya Newrozê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Berî ku çoşa Newrozê vebêje Aslan bi van gotinan qala pêvajoya xwe ya li Girtîgehê kir: "Ji bo kesekî mîna min ku navtengê berjêrtir felc û nikare tu pêwistiyeke xwe bi tena serê xwe bibersivîne jiyanek ji jiyana girtîgehê zehmettir tune ye. Elbet zor bû. Lê tişta zor ji bo me ne ev bû. Kê bikeve girtîgehê dikare van rabike. Lewre bawerî û hêviya ku vê rabike heye. Ev hêvî  dibe wesîleya rakirina barên giran û zehmetiyên mezin. Dema ku tê rakirin ji mirov re pir nayê dîtin."   Piştre Aslan qala serboriya xwe ya Newrozê kir û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Ji sala 2014'an tevlî Newroza Amedê dibim. Ji ber dozên xwe berê tevlî hin Newrozan nebûm. Ji ber pandemiyê tevlî Newroza 2020'an jî nebûm. Ji saetên serê sibehê ve derketim rê û li 5 nuqteyên kontrolê demek dirêj hatim rawestandin. Beriya Newrozê bi hefteyan hatim vir. Dema ketim qada Newrozê saet 12.00 bû. Di ketina min a hundir de zehmetî derxistin. Mirov bêyî sedem dan sekinandin. Lê rexmî van hemû tiştan jî paşde gav neavêtina gel cihê serbilindiyê ye. Gelek xweş bû. Gelek kêmasî hebûn lê rexmî vê jî dema ku mirov li tiştên li Bakur qewimîn dinêre ji vî gelî re minetdar dimîne."   MA / Ceylan Şahînlî