TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne 2022-03-22 12:30:43   ENQERE - TTB, diyar kir ku li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne û destnîşan kir ku av mafekî jiyanî yê mirov e.    Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Baskê Tenduristiya Gel a TTB'ê, ji bo 22'ê Adarê Roja Avê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çavkaniyên avên bin erdê tên têkbirin û ev tişt hat gotin: "Av ji bo hemû zindewaran xwedî girîngiyeke jiyanî ye le hem dinyayê hem jî li Tirkiyeyê çavkaniyên avê tên qirêjkirin û têkbirin. Tirkiye di nav welatên ku çavkaniyên avê li wan ne têrker in û ji ber vê pirsgirêk dijîn de ye." Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê avên bin erdê tên talnkirin û derbarê mijarê de ev tişt hat gotin: "Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê yên ser rûyê erdê û binerdê di bin êrişa rantê de ne, baş nayên parastin û qurbana pîşesaziyîbûn û bajarvanîbûnê ji hev belavbûyî tên kirin. Av mafekî jiyanî yê mirov e. Em careke din ji raya giştî re radigîhin ku em ê mafê mirovên me ku xwe bi gihînin ava paqij û tendurist biparêzin."