Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn 2022-03-22 12:31:18 STENBOL - Serokê Komîteya Amadekar Atîlla Ozdogan diyar kir ku Newroza Stenbolê careke din nîşan da ku civakê tirs ji ser xwe avêtiye û bi lêv kir ku daxwaza avakirina jiyana nû ya vîna gelê kurd û dostên wan li Yenîkapiyê derket holê.  Di Newroza Stenbolê ya îsal ku bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin de bi sed hezaran kes hatin gelhev. Serokê Komîteya Amadekar Atîlla Ozdogan peyama ji qadê hate dayîn nirxand.    SERHILDANA BI MILYONAN   Ozdogan, diyar kir ku Newroz bi taybetî ji bo gelê kurd berxwedan û nûjîn e û wiha got: “Newroz li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji salên 1990’an ve bi awayekî bihişmet û bicoş tê pîrozkirin. Di salên dawî de dewlet bi bêtehamuliya xwe hewl dide vîna gelê kurd tune hesibîne. Dema em li salên Newroza 1992’yan dinêrin li Newroza Cizîrê bi sedan welatiyên me bi awayekî hov hatin qetilkirin. Lê dîsa jî nekarin vîna gelê kurd bişikînin. Newroz her bi hêzbûnê berdewam kir û bi serhildana bi milyonan hate pîrozkirin.”   GELÊ KURD Û DOSTÊN WAN PEYAM DAN   Ozdogan, bi bîr xist ku tevî hewayê sar û şiliyê jîı bi sed hezaran kes herikîn Qada Yenîkapiyê û wiha berdewam kir: “AKP’ê piştî mîtînga xwe ya Yenîkapiyê digot ‘tu kes nikare vê qadê dagire’ lê me dît ku tevî hemû astengî û şert û mercên neyînî yên hewayê jî gelê kurd û dostên wan bi germiya Newrozê li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev û bi coşa li qadê dîmeneke bihêvî dan.”   Ozdogan, destnîşan kir ku di Newroza 2022’yan de weke vîn daxwaza “azadiyê”zêdetir derket holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd azadiyê dixwaze. Gelê kurd êdî naxwaze bênasname û bêstatu bijî. Bedela wê çi bibe bila bibe gelê kurd bi awayekî aşkera peyam dide. Bi biryarin ku jiyaneke nû ava bikin. Li Rojava jiyaneke nû, jiyaneke azadixwaziya jinê hatiye avakirin. Vîneke geleke xurt heye ku vê jiyana nû ava bike. Vîneke xurt a ku vê jiyana nû ava bike heye. Vîna li Yenîkapiyê derkete holê vîneke wisa ye.”   VÎNA RÊYA 3’YEMÎN   Ozdogan diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê dixwazin di çarçoveya Rêya 3’emîn de qenaleke nû ava bikin û wiha pê de çû: “Em dixwazin bi hemû kesên bindest, çepgir, sosyalist, kesên ziran dîtine û zilm lê hatine kirin re qenaleke nû ava bikin û li ser vê jiyaneke nû ava bikin. Newroza Yenîkapiyê di nava vê çarçoveyê de peyameke gelek xurt da. Newroz, bû pîrozbahiya hemû beşên civakê. Vê vînê xwe bi awayekî xurt nîşan da.”   SERKEFTINEKE MEZIN   Ozdogan, bi lêv kir ku heke şert û mercên hewayî baş bûna wê bi milyonan kes daketibûna Qada Newrozê û wiha domand: “Me nekarî bi awayekî xurt û bi rêxistinkirî gelê xwe veguhêzin qadê. Divê em bikarin vê yekê bikin. Heke xeta têkoşînê rast were hunandin, di sindoqa ewil de HDP û dostên wê wê li dijî faşîzmê serkeftineke mezin bi dest bixin.”   Ozdogan, qala dengê “Ji Ocalan re azadî” ku ji Qada Newrozê bilind bû kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nikarin vîna gelê kurd, bi tecrîdkirinê, zext û zordariyê û girtinê asteng bikin. Gelê kurd mirin jî tirs jî têk bir. Ez vê tenê ji bo gelê kurd nabêjim ji bo dostên wan jî dibêjim. Vê vînê tirs ji ser xwe avêtiye. Bi mirin, tirs, zindan, tecrîdê nikarin vîna gelê kurd û şoreşgeran bişikînin. Heke nasname, çand û zimanê gelê kurd neyê naskirin wê bi berxwedanê were standin.”     MA / Dogan Kaynak