Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû 2022-03-22 13:16:30   ANTALYA - Danişîna doza ku derbarê mirina Mûrat Araç ê beriya 4 salan di bin çavan de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû hatibû vekirin de dîsa taloq bû.    Di 14'ê kanûna 2017'an de Mûrat Araç (19) li navçeya Gazîpaşa ya Enqerê hatibû binçavkirin û li emniyetê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Ji aliyê meniyetê ve hatibûn angaştkirin ku Araç întihar kiriye. Piştre ji ber mirina Araç derbar alîkarê komîser Y.D. û polis Û.Y. de doz hatibû vekirin. Çaremîn danişîna doza mirina Araç li Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Gazîpaşayê hat dîtin. Parêzerê malbata Araç Ahmet Ozmen tevlî danişînê bû.    Ozmen, di danişînê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku tevlî daxuyaniyên şahidan nabin û ev tişt got: "Şahidan berovajiyê delîlên di dosyayê de daxuyanî dan. Dema ku li dosyayê bê nêrîn wê bê dîtin ku daxuyaniya şahidan û pêkhatina bûyerê hev nagirin. Me derbarê vê de daxuyaniyeke nivîskî ya bihûrgulî. Em van daxuyaniyên xwe dubare dikin."   Dozger jî ji bo ku mutalaaya xwe pêşkêş bike daxwaza dema zêde kir. Dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û danişînê taloqî 7'ê hezîranê kir.