Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin 2022-03-22 13:39:34   EDENE - Li Îskenderûnê, faîlê destdirêjiyê Resûl Erkmen ku derbarê wî de biryar girtibû hatibû dayîn piştî 14 mehan hat girtin.    Resûl Erkmek ku di 15'ê kanûna 2021'an de li navçeya Îskenderûnê ya Hatay tûndî li G.Ç. kiribû û destdirêjî wê kiribû, hatibû girtin. Di 8'ê adarê de di danişîna doza ku jê dihat darizandin de biryara berdana wî hatibû dayîn û hatibû berdan. Piştî berdana xwe Erkmen şopa xwe winda kiribû û nedihat dîtin. Serdozgeriyê, biryara berdana Erkmen kiribû û careke din biryar girtibû wî derxistibû. Piştî 14 rojan Erkmen li Osmaniyeyê hat girtin.    Wê polis Erkmen ji Osmaniyeyê bînin Îskenderûnê û piştî kirariyên wî yên li edliyeyê bişînin Girtîgeha Îskenderûnê.