Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin 2022-03-22 13:40:10   BOLÛ - Li Bolûyê rêveberê Şaxa OHD’ê yê Enqereyê parêzer Alîşan Şahîn jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.    Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Enqereyê Parêzer Alîşan Şahîn, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê daye destpêkirin de bi hêceta xebatên xwe yên pîşeyî li mala xwe ya li Enqereyê hat binçavkirin. Şahîn ê di saetên serê sibê de li mala xwe hate binçavkirin û birin Qerekola Cendermeyan a Yenîmahalleyê ya Enqereyê. Hate diyarkirin ku li bajarên cuda tevî Şahîn 20 kes hatine binçavkirin û hate zanîn ku dosyayê sînordar kirine.