Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin 2022-03-22 14:24:17   AMED - Xizmên girtiyan, di roja 127'emîn a Nobeda Edaletê de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan daxwaza azadiyê kirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, di roja 127'emîn de berdewam dike. Malbatan li ber Girtîgeha Tipa D a Amedê hatin gelhev û daxwazên xwe dubare kirin. endamên Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyên a Medê (MED TÛHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê piştgirî dan malbatan.    'XIZMÊN ME BERDIN'   Reşahat Ada ku li ber girtîgehê axivî û diyar kir ku ji bo zarokên xwe di nobedê de ne û wiha got: "Em naxwazên înfaz bên şewitandin. Girtiyên cezayên wan qediyane berdin. Em bangî hemû partiyên siyasî û saziyan dikin; werin piştgirî bidin me. Edalet ne tenê ji bo me ji bo herkesî pêwîst e." Ada, bertek astengkirina dayikên ku xwestin piştgirî bidin wan dan û ev bang kir: "Ne şeva me şev ne jî roja me roj e. Em dixwazin xizmen me bên berdan."   'EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Xizma girtî Încî Guler, xwest ku girtiyên siyasî ji mafên xwe yên makeqanûnî feyde bibînin û ev tişt got: "Bila înfaz neyên şewitandin. Girtiyên me yên nexweş berdin. Bila pêkanîna berdena bi şertê kontrola edlî ji bo girtiyên me jî bê pêkanîn. Heta ku ev pêk bên em ê dengê xwe bilind bikin. Edalet çi be em jî wê edaletê dixwazin."   Xizma girtî Nazîme Boltan jî banga girtiyên nexweş dubare kir û ev tişt anîn ziman: "Rewşa kurê min nebaş e. Çavek û destê wî tuneye. Beriya çendekê name şand û got rewşa wî ne baş e. Ji wê rojê ve ranakevim. Tedawiya wan nayê kirin. Zilmê li zarokên me dikin. Em vê zilmê qebûl nekin. Heq û hiqûq çi be bila ew ji bo zarokên me jî bê pêkanîn. Em tenê edaletê dixwazin."   Çalakî bi dûrişmeya "Heq, hiqûq û edalet" bi dawî bû.