Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir 2022-03-22 14:40:14   AMED – Hiqûqzanê Ceza Dr. Tîmuçîn Koprulu, der barê kuştina Kemla Kurkut de rapor amade kir. Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkut de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye. Parêzeran jî bi vê raporê serî li dadgehê da.    Di Newroza 2017’an a li Amedê de polîs Yakup Şenocak li pêş kamera û girseyê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê 23 salî Kemal Kûrkut  qetil kir. Dadgehê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Piştî Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê biryara dadgehê xera kir, danişîna dozê îro dîsa tê dîtin. 7’emîn Dadgeha Cezayên Firan a Amedê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Lê Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herême bi biryarek balkêş doz xera kir. Hiqûqzan vê biryarê yekê skandala hiqûqê pênase dikin.    Dadgeha îstînafê hinceta biryara dadgeha herêmî kem dît û sûcdarkirina polîs Şenocak “Li dijî hiqûqê’ pênase kir. Dadgeha Îstinafê parast ku polîs ferman pêk anîye û ji ber vê yekê diviya bû biryara ‘Cihê cezadayînê tune’ bihata dayîn. Dadgehê bi vî şiklî polîs parast û doz xera kir.    Li ser daxwaza parêzera malbata Kûrkût Prz. Reyhan Yalçindag, kesê di mijara ‘Ceza û Hiqûqa Muhakemeya Ceza’ de pispor Hîndekarê Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Atilimê Dr. Timuçîn Koprulu, têkildarî biryara xerakirina ceza de raporek amade kir.    TESPÎTA ÎSNÎNAFÊ ŞAŞ E!   Dr. Tîmûçîn Koprulu, dosyaya dozê û lêpirsîna der barê bûyerê de lêkolîn kir û rapor amade kir. Dr. Koprulu, anî ziman ku tespîta “polîs fermana hatiye dayîn pêk anîye” ku Daîreya 1’emîn a kiriye sedema xerakirina biryarê şaş e.  Dr. Koprulu, da zanîn ku ji bo ku polîs emîrê amîr pêk bîne, divê berî her tiştî emîrek hebe û wiha cih da raporê: “Li gorî îfadeya amîrên berpirsiyar û li gorî şahidên bûyerê, tu fermana ku polîs çekê bikar bîne û gule bavêje tune ye. Dijberî vê yekê du komiser ji bo talûkeya bedenî çênebe hişyariyê dike.”    ŞERTÊ KU ZORÊ PÊK BÎNE AVA NEBÛ   Dr. Koprululu di berdewama raporê de da zanîn ku li gorî îfadeyên amîr û polîsên li cihê bûyerê, dema mudaxaleyî bûyerê kirine de şertê zorê pêk nehatiye û wiha li raporê zêde kir: “Ev fikir û tespît di rapora Sermufetişên Wezareta Karên Hundir de hatiye dîtin. Dîsa şertê ku zorê û çekan bikar bîne çênebû. Aşkera ye ku çanteyê xwe li nokteya konrolê daniye û li ser wî tiştek tune ye. Aşkere tê dîtin ku li ser wî madeya teqemeniyê tune  ye. Tê dîtin ku tazî ye û berê kêrê daye sînga xwe. Li cihê bûyerê bi dehan polîs, TOMA, Akrep  heye. Gelek amûrên ku karibe mudaxale bike heye. Li gorî xala PVSK’ê ya 16’emîn, dikarîbû ava şit û gaz bavêta Kûrkût. An jî ji bo wî bixin xwarê dikarîbûn jop bavêjin nigê wî. Dikaribûn bi tundiya fizîkî ew bigirtana. Li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî tê gotin ji bo zor û çek bên bikaranîn, divê wekî çareya herî dawî bê destgirtin. Lê li vir tê dîtin ku şertên zor û tundiyê ava nebûye.”    ‘GEŞEDANÊN BERIYA BÛYERÊ NEHATIN RONÎKIRIN’   Dr. Koprulu, li ser aliyê lêpirsîna bi bandor a beriya bûyerê jî rawestiya û ev tespit kirin: “Di bûyerên ku zor û çek hatin bikaranîn û mafê jiyanê hat binpêkirin de divê ji destpêka bûyerê heta dawiya bûyerê hemû bê lêkolînkirin. Dema mirov li dosya lêpirsînê dinere, tê dîtin ku beriya bûyerê jî heye. Divê beriya bûyerê jî bê lekolînkirin û lêpirsîn. Beriya bûyerê Kûrkût çima çûye ji qazap kêr stendiye û xwe tazî kiriye, çima piştî çantê xwe li nokteya kontrolê danî û xwest derbas bibe. Têkildarî vê yekê agahî û lêpirsîn tune ye. Mînak polîsê bi Nûmara Sîcîl a 3XXXX8, 3XXXX4 di îfadeya xwe de dibêje Kûrkût ji avfiroş av kirî. Lê seyarfiroş tirsiya û reviya. Divê ev seyarfroş kîye û agahiya wî çiye bê pirsîn. Dîsa ajokarê texsiyê diyar dike ku beriya biçe kêrê bîne polîs bi wî re niqaş dikin. Ji ber vê yekê divê geşedanên ku beriya Kûrkût biçe kêrê bîne bê lêpirsîn.”   Koprulu, di raporê de destnîşan dike ku dema polîs li cihê bûyerê SVAP’e digirin, pirsgirêk derketine û wiha li raporê zêde dike: “Ev yek di rapora lêpirsînê de jî tê dîtin. Ji ber ku rapora SPAV’ê bi lez nehatiye kirin û ji aliye personelên kêm ve hatiye kirin, şop zêde nehatiye dîtin.    FÎŞEKÊN WINDA HENE    Li gorî îfadeya şahidan li gel ku 30-40-70  gule hatine avêtin jî li cihê bûyerê 13 fîşekên vaha hatine dîtin. Li gorî lêkolînê li cihê bûyerê piştre xebata keşifê nehatiye kirin. Dîsa Serdozgeriya Komarê ya Amedê erka lêpirsînê xerab bikar anîye. Delîlên sûc veşartiye. Delîl kom nekirine û neanîne pêş Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn. Li vir hem agahiya dozgerê ku mutalaa daye, hem jî Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn, ji dosyayên lêpirsinê  yên din tune ye. Dîsa li gel daxwazên parêzerê Kûrkût, dadgehê daxwaza parêzeran li ber çavan negirtiye.”    DEWLETÊ ‘ERKA’ XWE BINPÊ KIR   Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye û wiha rapor bi encam kir: “Dema mirov bi gişti dinirxîne; “Dadgeh, li dijî xalên 6 û 13’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevgeriya ye. Dewletê li gel ku erkdaran ev peyvira xwe binpê kiriye jî lêpirsînek bi bandor nemeşandiye. Erka xwe ya pozitîf a der barê mafê jiyanê de îhlal kiriye.”    Pişti rapora Dr. Koprulu, parêzerên malbata Kurkut Prz. Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebi rapor pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn a Amedê kirin.    Parêzeran duh rapor pêşkêşî Dadgehê kirin û anîn ziman ku biryara Dadgeha Îstinafê ya ‘Polîs emîrê amîr pêk anîye” li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û li diji DMME’ê ye. Parêzeran xwest polîsê kujer Şenocak bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştiye” bê cezakirin.    MA / Omer Çelîk