Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-03-22 15:04:29   EDENE - Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ku di sala 2004’an de li Edeneyê dema di hilbijartinên herêmî de nûçe dişopand di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Volkan Eryigît ê ku li Edeneyê bi hempîşeyê xwe Hasan Îşler re dema di hilbijartinên herêmî yên 2004'an de konvoya hilbijartinê ya “Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk” dişopand jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn.    Malbata Eryîgît, xebatkarên çapemeniya azad, endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes li ser Goristana Kuçukoba hatin gelhev. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê AYKAY-DER’ê Mehmet Mîrza Koklî ê di bîranînê de axivî, bi lêv kir ku wê têkoşîna Volkan bidomînin.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’   Ji Ajansa me ya Mezopotamyayê Hamdûllah Yagiz Kesen, bi lêv kir ku xebatkarên çapememiya azad ên şopdarên Apê Mûsa ne wê pênûsê Volkan Eryîgît dewr bigirin û têkoşînê mezin bikin. Bavê Volkan Aydin Eryîgît, diyar kir ku kêliyekî jî ji têkoşîna demokrasiyê ya Volkan paşve gav neavêtiye û wiha got: “Nûnerên saziyên demokratîk û hempîşeyên Volkan ên ji roja Volkan jiyana xwe ji dest da û vir ve em tenê ne hiştin hêzê didin me. Spasiya xwe pêşkeşî hemû kesên tevlî bîranînê bûne dikim.”   Bîranîna ku dirûşmeya “Şehîd Namirin” lê hate berzkirin bi danina qurnefîlan a li ser gorê bi dawî bû.