Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne 2022-03-22 15:16:23   RIHA - Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev bang kir: “Êdî bes e. Kurê min berdin.”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe di 9'ê adara 2021'an de dabûn destpêkirin, di roja 379'an de berdewam dike. Ji ber ku nexweşîna xwe Emîne Şenyaşar nikaribû tevlî nobedê bibe. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeda xwe li ber deriyê Edliyeya Rihaye didomînin.    Gelek jinên ku ji edliyeyê derdikevin serdana Emîne Şenyaşar dikin. Şenyaşar, ji jinên ku piştgiriya wê kirin re vegot ku nobeda wan salek li pey xwe hiştiye û wiha got: “Kurê min di girtîgehê de ye. Dixwazim ku kurê min were berdan. Kurê min dîl girtine, bernadin. Di vî hewayê sar de saleke zêdetir e nobetê digirin. Bila kurê min were berdan ku em jî nobeta xwe bi dawî bikin.”   ÊDÎ BES E!   Şenyaşar, diyar kir ku kurê wê li girtîgeê ew jî li ber deriyê edliyeyê dirize û da zanîn ku yên din jî ketin bin axê. Şenyaşar a wêneyê ambûlansa ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi keviran êriş lê hatibû kirin nîşan da û wiha axivî: “Em li benda edaletê ne. Edaleta vê hikumetê nîne. Êdî bes e bila kurê min bigirin.”