ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir 2022-03-22 15:18:00   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, êrişa ku li Edenê li endamên Weqfa Fûrkanê hatibû kirin şermezar kir û bi bîr xist ku îşkence sûcê mirovahiyê ye.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li ava xwe derbarê êrişa ku li Edenê li endamên Weqfa Fûrkanê hatibû kirin de civîneke çapameniyê li dar xist. Rêveberên ÎHD'ê tevlî civînê bûn. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zafer Încîn axivî û qala îşkenceya ku li endamên Weqfa Fûrkan hatibû kirin kir. Încîn, hiqûq navxweyî û navneteweyî bi bîr xist û diyar kir ku ji ber bêcezahiştinê îşkence di vê astê de hatiye kirin û ev tişt got: "Divê rayedara terka zimanê parastina îşkenceyê bikin. Îşkenceya ku li endamên Weqfa Fûrkanê hatiye kirin jî divê bi awayekî bêalî bê lêpirsînkirin. Berpirsyariya pêşîgirtin û rawestandina îşkenceyê a dewletê ye. Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye û qedexe ye."