Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin 2022-03-22 15:42:22   ENQERE - Parêzerên ku binçavkirina hempîşeyên xwe Alîşan Şahîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin, diyar kirin ku bi biryara sînordarkirina dosyayê mafê parastinê hatiye binpêkirin.    Rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê, binçavkirina rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Enqereyê Alîşan Şahîn şermezar kirin. Şaxa OHD’ê ya Enqereyê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Hiqûqa Civakî, Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê û Piştevaniya Hiqûqnasan li pêş Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Polîsên ku hewl dan daxuyaniyê asteng bikin, pankarta di destê parêzeran de çirand. Parêzeran tevî hewldana astengkirinê li pêş edliyeyê daxuyanî dan. Li ser navê parêzeran endama OHD’ê Prz. Hulya Yildirim axivî.    ‘MAFÊ PARASTINÊ TÊ BINPÊKIRIN’   Yildirim, bi lêv kir ku xebatên pîşeyî yên Şahîn di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê bi rê ve dibe de bûne mijara sûc û wiha got: “Hate zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de ji gelek bajaran gelek kes hatine binçavkirin. Derbarê dosyayê yê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn. Dozgerî mafê parastinê yê hempîşeyê me û welatiyên din ên hatine binçavkirin bin pê dike.”   ‘BI HIQÛQIYÊ BI DAWÎ BIKIN’   Yildirim, bi lêv kir ku her roja ku diçe êriş li dijî xebatên pîşeyî yên parêzeriyê tên kirin, beriya niha jî hempîşeyên wan ên bi heman hêcetan hatine binçavkirin û girtin hene û xwest ev bêhiqûqî bi dawî bibe.    Daxuyanî, bi dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû bêdeng nabe” û çepikan bi dawî bû.