Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin 2022-03-22 16:18:45 STENBOL – Songul Îlker, derbarê rewşa girtiyê nexwe Yûsûf Akbaba de axivî û diyar kir ku tedawiya Akbaba tê astengkirin û bang li çapemeniyê kir ku dengê girtiyê nexweş bigihîne raya giştî.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovana (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya xwe derbarê rewşa girtiyê nexweş ê giran Yûsûf Akbaba ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye de civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, bûka Yûsûf Akbaba, Rûkiye Akbaba, dayika girtiyê newxweş Ekîm Polat ku bi Akbaba re li heman girtîgehê dimîne Songul Îlker jî tevlî civîna çapameniyê bûn. Di civînê de pankarta, “Girtiyê nexweş ê giran Yûsûf Akbaba bila were berdan” hat daleqandin.    XARINA LI GORÎ NEXWEŞÎYA WÎ NADINÊ   Di civina çapemaniyê de Songul Îlker ku kurê wê bi Akbaba re li heman girtîgehê dimîne axivî û da zanîn ku rexmî Akbaba nexweşê diyabetê ye xwarina diyabetê nadinê û di hucreya yekkesî wî digirin. Îlker, bi lêv kir ku Akbaba ji malbata xwe re daye zanîn ku hemû mafên wan hatine desteserkirin û bi qedexeyên kêfî re rû bi rû ne û wiha got: "Akbaba ji malbata xwe re gotiye ku tedawiya wî tê astengkirin û jiyana wî di xetereyê de ye. Akbaba roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Bangî çapemeniyê dikim ku dengê me bigehîne raya giştî.”