Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû 2022-03-22 16:38:07   MÊRDÎN - Danişîne hevşaredarên Qoser û Stewrê ku qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, hat taloqkirin.    Danişîna heştemîn a Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Elîk û Oncu tevlî danişînê nebûn parêzerên wan li danişînê amade bûn. Parêzeran parastina muwekîlên xwe kirin û daxwaza beraeta wan kirin. Heyeta dadgehê danişînê taloqî 14'ê hezîranê kir.