Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye 2022-03-22 16:39:08   ENQERE - Dîcle Anter ê di civînê de axivî bal kişand ser demboriya Doza Mûsa Anter û wiha got: “Ronîkirina vê cînayetê tê wateya ronîkirina hemû kiryarên nediyar ên li Tirkiyeyê.”   Têkildarî Doza Sereke ya JÎTEM-Mûsa Anter ku dê sibê were dîtin li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de pankarta “Di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, demborî nîne” hate daliqandin. Lawê Anter, Dîcle Anter, Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabay, Hevberdevkê HDK’ê Fîkret Çaglayan û Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û rêveberên ÎHD’ê beşdar bûn   POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ   Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku bi ser qetilkirina Anter ve nêzî 30 sal derbas bû û wiha got: “Di van 30 salan de tevî delîl û îtîrafan weke bandora polîtîkayên bêcezatiyê doz hate dirêjkirin û bi gefa demboriyê re rûbirû hate hiştin.”   JI BO DANIŞÎNÊ BANG KIR   Çêvîrmen, diyar kir ku çavkaniya gelek pirsgirêkan israrkirina polîtîkayên ewlehiyê ye û wiha axivî: “Çare diyar e divê demildest li polîtîkayên aştiyê were vegerîn ji bo heqîqet derkeve holê hemû astengî bên rakirin û edalet were bicihanîn.”Çevîrmen, hemû hêzên ked û demokrasiyê û parazvanên mafên mirovan vexwendin danişîna li 6’emîn Dadgeha  Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin.    'DEMBORÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'   Dûre, Dîcle Anter, diyar kir ku di dozê de asta hiqûqî didome û wiha got: “Ronîkirina vê cînayetê tê wateya ronîkirina hemû kiryarên nediyar ên li Tirkiyeyê. Cînayeteke ku ji aliyê rêxistinên sûc ên dewleta kûr ve hatiye kirine. Di vê pêvajoya dozê de gelek îtîraf hatin kirin. Herî dawî Ayhan Çarkin jî gelek tişt gotin lê kes guhdariyê nake. Demboriya di Doza Mûsa Anter de sûcê mirovahiyê ye.”   TURKDOGAN: BILA KOMÎSYONÊN HEQÎQÊ BÊN AVAKIRIN   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan polîtîkayên bêcezatiyê yên li Tirkiyeyê destnîşan kirin û got: “Berpirsyartiya dikeve ser me divê em vê cînayetê bêceza nehêlin. Cînayeta Anter sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirine. Faîl wê kêm zêde derkevin holê. Divê desthilata siyasî guh bide vî dengî û komîsyonên heqîqetê bên avakirin.”   Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê Erdal Aydemîr, Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey, Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û Hevberdevkê HDK’ê Fîkret Çaglayan jî bertek nîşanî demboriya dozê dan û diyarkirin ku ji bo komkujiyên kiryarên nediyar werin ronîkirin dê têkoşîna wan bidome.