Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye 2022-03-22 16:39:40   WAN - Li Wanê, malbatên girtiyan, têkoşîna xwe ya Edaletê di roja 96'an de berdewam kirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin, li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 96'an de berdewam kir. Dayika Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Aslihan Tîmûr û bavê girtî Hakan Bîlekçî ku li Girtîgeha Bilind a Wanê girtî ye Cevzet Bîlekçî nobeda îro domandin. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARSÎSA) serdana malbatan kirin.    'BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN DÎROKÎ YE'   Rêveberê ARSÎSA'yê Seyît Kiliç, di serdanê de axivî û ev tişt got: "Pergal herî zêde naxwaze dengê jinê derkeve. Lewre berxwedana jinê, hêvî dide gelan û pêşengî dike. Em piştgiriya vê nobeda ku ji bo dawîkirina îşkence û tecrîda li girtîgehan tê kirin dikin. Dayikên me zarokên xwe dixwazin û paşde gav neavêjin. Girtî ne tenê ji bo xwe ji vî gelî li ber xwe didin. Ji ber vê berxwedana li girtîgehan dîrokî ye û pir jî girîng e."   'DAYIK HÊZ DIDIN'   Kiliç, daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û wiha axivî: "Em tecrîdê qebûl nakin û ji bo şikandina wê li cem dayikên xwe ne. Heke tecrîda li ser Ocalan rabe wê gel kêfxwe bibe. Me duh di Newrozê de dît ku gel li qadan hilnayê. Gel vê berxwedanê ji dayikan digire. Êdî ev pergal nikare li pêşiya gel bisekine."