Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn 2022-03-22 18:15:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku li bajaroka Xanesorê ya Şengalê di êrişeke PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûgba Akyilmaz) di 3'yê adara 2017'an de li bajaroka Xanesorê ya Şengalê di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hedef hatibû girtin û bi giranî birîndar bûbû û di 22'yê adarê de li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest dabû. Erhan di 4'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgel û Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hat bibîranîn.