Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir 2022-03-22 19:03:28   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay li Girtîgeha Xarpêtê serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevberdevka HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay, .ûn Girtîgeha Xarpêtê serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê kirin.   HDP'ê wêneyên Bûldan û Gunayê yên li ber girtîgehê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kir û got: "Silavên jinan û bi milyonan kesên ku qadên Newrozê tije kirin gihandin Leyla Guvenê."