Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî 2022-03-22 19:25:14   STENBOL – NÇM'ê di Newrozê de binçavkirina hunermendan û qedexekirina kirina kincên herêmî şermezar kir û got: “Em bi stranên xwe, bi kesk û sorên xwe, cil û bergên xwe, bi zimanê xwe hene. Û em ê her tim hebin.”   Di Newroza îsal de gelek hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi hinceta "stranên qedexe" gotine hatin binçavkirin. Her wiha gelek welatî jî ji ber kincên xwe neteweyî li xwe kiribûn destûra wan nehatibû dayîn biçin qada Newrozê. NÇM'ê ev yek bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.    ‘STRANÊN SERÎHILDAN IN’   NÇM'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku alaya azadiyê ya di 8'ê Adarê de bilind bûye, bi agirê Newrozê bi dirûşmeya "dem dema serkeftinê ye" geştir bûye û got: “Ji destpêkê û heya niha, Newroz bûye sembola serhildan û berxwedanê. Bûye roja beyankirina vîna gel ê azad. Ji zarokekî 2 salî bigirin heya kal û pîrên 70, 80 salî, milyonan kes, bi ruhekî berxwedêr, bi gîyanekî tekoşer, bi kêf û şahî û bi dilekî azad, tev li coşa newrozê bû. Kesk, sor û zerên me, arê li ber derê me, stran û cil û bergên me nîşana newroza me ye. Emê agirê Newrozê bi sê darikan be vêdixin agirê newroza azadîyê. Destmaleka rengîn bi tenê be jî, bê cil û bergên me yên netewî û gelêrî, pîroz nakin. Ya ku rih coş û dilê me dike çargopal, stranên me yên Kurdî ne. Muzîka Kurdî, dilê Newrozan e. Coşa tekoşîn û berxwedanan e. Stranên me li hemberî zilmê, serîhildan in.”   'KES NIKARE ZIMANÊ ME QEDEXE BIKE ' NÇM'ê destnîşan kir ku serdest hewl didin agirê Newrozên wan bitefînin û bal kişand ser qedexekirin kincêên neteweyî û stranên kurdî. NÇM'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Em ji her demê bêhtir dixemîlînin kesk, sor û zerên xwe, em ji her demê bihêztir û baştir distirên stranên xwe, û ji her demê bêhtir xweşik dikin cil û bergên xwe. Sala 2022’yan serdestan li her derê bi qedexekirina stranên kurdî êrişî çanda kurdî kir. Newrozên Azadîyê de jî bi qedexekirina stranên kurdî, bi asteng kirina hunermendên kurd ji bo ku stranên xwe nebêjin, bi binçavkirin û girtina hunermendên kurd ji bo çavtirsandin û pêşî li stranên Kurdî bigirin, hovîtîya xwe berdewam kirin. Li gelek bajaran di pîrozbahîyên newrozê de an stranên kurdî hatin qedexekirin û dengên hunermendan hatin birîn, an jî bi hinceta ku ‘stranên qedexe’ gotine, hunermend hatin binçavkirin û girtin. Çawa ku me soz dabû vî gelî ku em ê di hemû şert û mercan de bi zimanê Kurdî stranên xwe bistirên.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hemberî vî gelî û dîrokê, li gelek bajaran destûr nedan ku gel bi cil û bergên xwe yên gelêrî  bikevin qadê. Nehiştin ku hunermend bi cil û bergên xwe yên gelêrî derkevin ser dikê û bistirên. Hunermendan a xwe kir û wekî helwest derneketin ser dikê. Hunermendên vî gelî ev êriş bi tu awayî qebûl nekirin û ew ê tu caran qebûl jî nekin. Herî dawî jî roja Newroza Azadîyê, newroza Amedê, serdestan nehiştin ku gel bi cil û bergên gelêrî têkevin nava qadê û paş de vegerandin. Hetta bi nehiştin pêşkêşvan û hunermendên Newroza Amedê jî bi cil û bergan derkevin ser dikê.Êê? Yanî wan qedexe kir û em jî tirsiyan? Em tu carî na tirsin û serî natevînin.   EM BI ZIMANÊ XWE HENE   Bila ji serdestan bibe derd, em ê her roj û her sal, cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kin. Em ê her newrozê, xweşiktir û bedewtir bin bi cil û bergên xwe yên gelêrî. Em ê her roj, li her derê bi dengekî berztir bêjin stranên xwe. Em van êrişên li ser stranên kurdî û li hemberî hunermendên Kurd, şermezar dikin. Em bi destûra tu kesî stranên xwe rengên kesk û sorên xwe naguherin û cil û bergên xwe yên gelêrî ji xwe jî nakin. Em bi strnên xwe, bi kesk û sorên xwe, cil û bergên xwe, bi zîmanê xwe hene. Û em ê her tim hebin. Xwelî li serê we.”