Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan 2022-03-22 20:33:37   AMED –Rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût ku 3 roj bûn di binçavan de bûn, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.    Rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût ku di 20'ê Adarê de bi îxbareke nediyar hatibûn binçavkirin, îro li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfadeya wan hat girtin. Rojnamevanên ku bi îdiaya "dê roja Newrozê bibin sedema bûyeran" hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.