Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2022-03-22 21:41:30   WAN- Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê girtî Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê girtî Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.  Îdareya girtîgehê îro saet di 11.00'an de telefonî malbata Guder kiriye û gotiye kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Guder, bêyî malbata Guder û parêzerê malbatê rakirine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. ATK, destnîşan kir ku Guder ji ber "qeyrana dil" jiyana xwe ji dest daye.   Ferdên malbatê ku ji Gever a Colemêrgê hatin Wanê, piştî karên li ATK'ê cenaze wergirtin û birin Geverê. Hat ragihandin ku piştî îtiraza malbatê û parêzeran cenaze ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat diyarkirin ku cenazeyê Guder dê piştî otopsiyê li Geverê bê definkirin.    Ferdên malbatê destnîşan kirin ku tu nexweşîneke kronîk a Guder tune bûye.    Hat hînbûn ku 18 sal ceza li Guder hatibû birîn.    Di 20'ê Adarê de li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê girtî Sînan Kaya yê 28 salî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû.