ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN 2022-03-23 09:00:03   * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girava Îmraliyê ya 49 mîlan dûrî Bûrsayê ye, bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin.    * Xaltiya Şanê ya 77 salî bi helwest û sekna xwe bersiva kesên ku xwestin bi astengî û qedexeyan pêşiya gel bigirin, bû bersiv. Xaltiya Şanê her wiha ji bo kesên ku polîsan nehişt biçin qada Newrozê jî govend girt û di dema êrişan de bi ser polîsan de jî çû. Wê hêza xwe ji mafdariya xwe digirt.    *  Xezal Koyuncû, 30 sal in li heman cihî bi 3 darikên şixatê bi tena serê xwe agirê Newrozê geş dike û bi vê re Newrozê kesên ku bi bedena xwe agirê Newrozê gur û geş kirine pîroz dike.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 380’an de berdewam dike.    * Doza derheqê Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz de hatiye vekirin dê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Doza Sereke ya JÎTEM’ê ku bi doza cînayeta Mûsa Anter re kirine yek dê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.30)   * Doza derheqê rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)    * Doza ji ber ku Peymana Stenbolê parastine derheqê 33 jinan de hatiye vekirin dê îro li 28’emîn Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Enqereyê bê dîtin. (10.15)   * Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê dê têkildarî endamên xwe yên li Enqereyê hatine binçavkirin li ketina Deriyê C a Edliyeya Bayrakliyê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Komîteya Amadekar a Newroza Amedê dê têkildarî pîrozbahiyan li hotêla New Gardenê daxuyaniyê bide. (13.00) CANLI     * Doza ku ji ber çalakiyên Dayikên Aştiyê derheqê 46 kesan de hatiye vekirin dê li 21’amîn Dadgeha Sizayên Giştî ya Stenbolê bê dîtin. (13.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Îzmîr û Wanê berdewam dike. (13.00-16.00)   *Têkildarî êrişa li ser pîrozbahiya Newrozê ya li Zanîngeha Hacettepeyê dê li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî were dayîn. (14.00)