Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire! 2022-03-23 09:01:52   STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girava Îmraliyê ya 49 mîlan dûrî Bûrsayê ye, bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ji 25'ê Adara 2021ê heya niha tu xeber ji Ocalan nayên girtin û hem serlêdanên malbatê û parêzeran jî an bêbersiv tên hiştin an jî tên redkirin.    HEVDÎTINA HERÎ DAWΠ   Ocalan, cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'î de bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Piştî fikarên derbarê ewlehî û tenduristiya wî de zêde bûn, vê carê birayê wî Mehmet Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivî. Mehmet Ocalan bi qasî 4-5 deqeyn bi telefonê bi Ocalan re axivîbû û paşê telefon hatibû qutkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Mehmet Ocalan re gotibû: "Hem tu hem jî dewlet şaşiyê dike. Ji lew re saleke hevdîtin çênabin. Tişta niha tê kirin ne di hiqûqa dewletê de heye ne jî di hiqûqeke din de. Hatina te şaş e û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştekî rast e. Ger hevdîtin çêbibe, divê di çarçoveyeke hiqûqî de bê kirin. Piştî salekê li gor dilê xwe bi telefonê hevdîtinê dikin, ev nabe. Tişta hûn dikin pir şaş e. Hem dewlet, hem jî hûn şaşiyê dikin. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e. Ev nayê qebûlkirin. Her wiha tiştekî pri talûke ye jî. Ma hûn dizanin hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vira, hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal ine z li vira me. Ev mesele dê di pêşerojê de çawa be? Ev mesele dê bi hiqûqê bê çareserkirin. Çima nayên vira? Ger hevdîtin çêbibe, divê bi parêzeran re çêbibe. Ji lew re ev tişt hem siyasî hem jî hiqûqî ye."    Piştî vê hevdîtinê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin.    147 SERLÊDANÊN PARÊZERAN   Piştî hevdîtina bi telefonê ya di 25'ê Adarê de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin, 147 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê heya niha çi bi erênî çi jî bi neyînî serlêdanên parêzeran nehatine bersivandin. Malbat jî piştî 25'ê Adara 2021'ê big iştî 49 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye, lê serlêdanên malbatê jî wekî yên parêzeran nehatine bersivandin.     CPT   Parêzer piştî ku serlêdanên wan nehatin bersivandin di 27'ê Tîrmehê de serî li CPT'yê dan. Parêzeran di serlêdanê de xwest qedexeya hevdîtinê ya ji bo hevdîtin parêzeran, malbatan û hevdîtina bi telefonê bi dawî bibe.    Her wiha ji ber nebersivandina serlêdanên parêzeran û malbatan ên piştî hevdîtina bi telefonê ya 25'ê Adarê, parêzeran ji bo Ocalan û muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza "demildest hevdîtin" di 22'yê Mijdarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin bi awayekî fizîkî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Dadgeriyê di 23'yê Mijdarê de serlêdana parêzeran û malbatan bersivand û bi hinceta 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û 3 meh jî cezayê qedexekirina hevdîtinê ya bi malbatan re, serlêdan red kirin.    HEWILDANÊN PARÊZERAN   Parêzeran di 23'yê Mijdarê de bi daxwaza "demildest hevdîtin" serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê jî dan.    Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ku di 23'yê Mijdarê de serlêdana "demildest hevdîtin" a parêzeran bersivand, diyar kir ku derbarê Ocalan de du qedexeyên hevdîtinê yên nû hene û ji ber vê serlêdana ji bo hevdîtinê red kir. Dadgeriyê, di biryara xwe de diyar kir ku di 12'ê Cotmehê de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran û di 18'ê Tebaxê de jî 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn, lê ranegihand ku hinceta van biryaran çi ye.    BÊDENGIYA AYM'Ê   Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24'ê Kanûnê de jî bi daxwaza tevdîrgirtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê belê AYM'ya ku diviyabû di nava 3 rojan de di warê "tevdîrgirtinê" de biryarekê bide, serlêdana parêzeran di 12'ê Çileyê de red kir. Her wiha AYM'ê biryara xwe ya redkirinê jî di 31'ê Çileyê de teblîxî parêzeran kir. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku serlêdêr di warê xizmeta tenduristiyê de xwedî derfet in, li ber hevdîtina wan a bi parêzeran û malbatê re hin sînor hene û ji bo jiyana wan tu talûkeyek tune ye.    GILIYÊ HSK'Ê KIRIN, SERÎ LI CPT'YÊ DAN   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, her wiha ji ber nebersivandina serlêdanan li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dadger û dozgeran jî kirin. Di 24'ê Kanûnê de jî careke din serî li CPT'yê dan û di serlêdanê de diyar kirin ku ji 25'ê Adarê ve xeberê ji Girava Îmraliyê nagirin û xwestin CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bike.    BANG LI NY'YÊ KIRIN   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî ji bo "çalakiay lezgîn" di 3'yê Sibatê de serî li Raportoruya Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan û do serlêdanê de îşaret bi xala 7 û 10'an a Peymana Mafên Medenî ya NY'yê kirin û xwestin Raporturuya Taybet Îşkenceyê ya NY'yê demildest tevbigere.    Tecrîda li Îmraliyê ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha gihaştiye asteke hîn dijwartir. Ji 25'ê Adarê ve li Girava Îmraliyê ya 49 mîlan dûrî Bûrsayê ye, hiqûqa neteweyî û navneteweyî tiştekî nake.    MA/ Ferhat Çelîk